​​​​​​​Desteya Perwerdeyê: Bi hev re em ê prosesa perwerdeyê ya ji dûr ve bi ser bixin

Aliyên têkildarî qada perwerdeyê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê destnîşan kir ku ji girîngtirîn rêgezên biserxistina prosesa perwerdeyê ya ji dûr ve, hevkariya gel a bi kadroya perwerdeyê re ye. Li gorî berpirsan, di prosesê de girîngî ji madeyên zanistî, zimanên kurdî, erebî, inglîzî û babetên wêjeyî li gorî derfetên heyî têne dayîn.

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê di çarçoveya tedbîrên li dijî Koronavîrusê ya li cîhanê belav bûye de, biryarek da ku ji 14‘ê Adarê ve hemû dibistan û zanîngehên li herêmê dikevin betlaneyê. Desteya Perwerde û Fêrkirniê bi armanca ku xwendekar ji perwerdeyê qut nebin alternatîfek peyda kir, ku xwendekar li gel qedexeya derketina derve di malê de perwerdeya xwe temam bikin.

Di vê çaroveyê de desteyê pergala dayîna perwerdeyê bi rêya înternetê, telefizyon û youtubê meşand.

Tê payîn ku prosesa perwerdeya ji dûr ve hefteya bê bi awayekî fermî li ser kanalên Minbic TV û Rojava TV destpêk bike.

Girêdayî mijarê hevseroka Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Herêma Cizîrê Rohat Xelîl diyar kir ku piştî qutbûna xwendekaran ji dibistanê, diviyabû ku çareseriyên bilez bihatana dîtin da ku prosesa perwerdeyê berdewam bike. Rohat Xelîl got: "Ji ber wê me wane  bi her du zimanên erebî û kurdî qeyd kirin da ku xwendekar li malên xwe waneyan bibin."

JI BO TEMAMKIRINA PROSESA PERWERDEYÊ 6 SAETAN HATIN DIYARKIRIN

Endamê rêveber ê kanala Rojava TV Îsam Îsa destnîşan kir ku wan amadekariyên xwe ji bo weşandina waneyan bi rêya kanalê temam kirine û saetên weşanê jî diyar kirine û got: "Rojane wê 6 saet perwerde bêne dayîn. Ji 08:00`an heya 12:00`an, ji 14:00`an heya 15:00`an û ji saet 16:00`an heya 17:00`an bi dawî dibe. Dema her waneyekê 20 deqe ne. Wane wê di saetên derengiya şevê de jî dîsa werin dûbarekirin."

Rohat Xelîl destnîşan kir ku ew ê girîngî bidin madeyên zanistî mîna bîrkarî, fizya, zanyarî, zimanên kurdî, erebî û ingilîzî, babetên wêjeyî, piştre li gorî derfetan wê waneyên asta seretayî werin dayîn.

Rohat da zanîn ku waneyên berê bi dîmen hatine qeydkirin dê bi rêya youtubê û facebookê di ber destê xwendekaran de bin û wiha domand: "Ger xwendekar nekarî bi rêya telefizyonê li waneyan temaşe bike ji ber qutbûna kehrebeyê yan jî sedemên din, dikarin bi rêya youtubê û facebookê lê temaşe bikin."

Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya herêma Cizîrê heta niha zêdetirî hezar û 500 wane amade kirine û wê bi rêya kanala Rojava TV di hefteya bê de bide weşandin.

KEDA GIRANBIHA JI BO BISERXISTINA PROSESA PERWERDEYÊ

Têkildarî asta biserketina prosesa perwerdeyê ya ji dûr ve ya ku ji hêla Desteya Perwerde û Fêrkirinê ve tê meşandin, Rohat got: "Divê binesaziyeke teknolojî ji bo biserxistina vê prosesê peyda bibe. Ev jî niha tune ye. Lê hevalên me kedeke mezin di vî warî de didin, da ku tevahiya pêdiviyên pêwîst ji bo biserxistina prosesa perwerdeyê peyda bikin."

Dibe ku hin encamên neyînî yên dayîna waneyan bi vê şêwazê hebe, ew jî ji ber tunebûna têkiliya yekser di navbera xwendekar û mamost de. Di vî warî de Rohat axivî: "Ev kêmasî dê bi rêya xebateke kolektîf di navbera kadroyên perwerdeyê û mamosteyan de yên ku dê waneyên xwendekaran bi rêya avakirina peywendiyê bi malbatan re bi rêya înternetê bişopînin, werin derbaskirin."

Rohat girîngiya rola malbatan di vê qonaxê de destnîşan kir û got ku divê zarokên xwe dema weşandina waneyan de bişopînin û atmosfereke guncew ji wan re peyda bikin û têbinî bigihînin kadroya perwerdeyê da ku pirsên xwendekaran bibersivînin.

Rohat di nav gotinên xwe de zelal kir ku prosesa perwerdeyê bi rêya telefizyonê û malperên têgihiştina civakî wê heta bidawîbûna qedexeya derketina derve û vegera xwendekaran ji xwendinê re berdewam bike û wiha anî ziman: "Da ku ji xwendekar, mamoste û malbatan re jî weke lêvegerekê be."

Di dibistanên herêma Cizîrê de derdora 230 hezar xwendekar ji her du zayendan hene û 19 hezar û 500 mamoste prosesa perwerdeyê dimeşînin.

Hûn dikarin kanala Rojava TV li ser frekans 12 604 vertical bibînin.

Waneyên ku dê li ser telefizyonê bêne weşandin, li şaxên Akademiya Şehîd Egîd Çîlo ya kantona Hesekê û Qamişlo têne amadekirin. Endamê Akademiya şaxê Qamişlo Hejar Şukir diyar kir ku mamosteyên her babetekê li akademiyê waneyê dikişîne.

Her wiha kadroya perwerdeyê babetên ku dê werin qeydkirin, li gorî dema wê ya diyar û li gorî rêzê amade dike.

(şx)

ANHA


Mijarên Din