Desteya perwerdeyê bi şêniyên bajaroka Sûsê re civiya

Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo pêşxistina rewşa perwerdeyê li herêmê, bi şêniyên bajaroka Sûsê yê rojhilatê Dêrazorê re civiya.

Civîn li avahiya mûdîriyeta perwerdeyê ya bajarokê Sûsê hate lidarxistin. Şênî, tevî rûspî û mamosteyên bajarokê beşdarî civînê bûn.

Civîn bi deqeyeke rêzgirtin dest pê kir. Piştre rewşa perwerdeyê, rêbazên pêşxistina wê, derbaskirina meteryalên nû hatin nîqaşkirin.

Her wiha bal hat kişandin ser rewşa perwerdeyê di dema dagirkirina çeteyên DAIŞ'ê de û hate gotin ku çeteyan fikirê tundra di mejiyê zarokan de diçand.

Di civînê de mijara derbaskirina meteryalên Neteweyên Yekbûyî dibistanên Dêrazorê, mîna herêmên din ên rizgarkirî wekî Reqa û Tebqayê hate nîşqakirin.

Desteya Perwerde û Fêrkirinê mîna vê civînê li tevahî deverên gundên rojhilatê Dêrazorê li dar xist.

ANHA


Mijarên Din