Desteya Perwerdeyê: Dibe ku hejmara xwendekaran bigihêje 900 hezaran

Desteya Perwerdê û Fêrkirinê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê destnîşan kir ku ew texmîn dikin  ku hejmara şagirtên sala xwendinê ya 2019-2020`an bigihêje derdora 900 hezar şagirtan. Her wiha destnîşan kir ku wan perwerdeya biranşan xistiye nav pergala perwerda îsal.

Zêdetirî 755 hezar û 784 xwendekar amadekariya dibistinê dikin. Her wiha Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê diyar kir ku dibe hejmara xwendekaran bigihêje 900 hezar xwendekaran.

Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Rêveberiya Xweser bi koordîneya komîteyên perwerdeyê yên 7 rêveberiyên sivîl ragihand ku wan tevahiya amadekariyên xwe yên ji bo pêşwazîkirina xwendekaran temam kirine. Desteyê roja 2`yê Îlonê wek roja destpêkirina dewama îdarî di dibistanan de û 15`ê Îlonê wek roja destpêkirina dewama şagirtan, diyar kir.

Ji wan amadekariyan, amadekirina mamosteyan li herêmên rêveberiyê. Hejmara mamostayên ku dê dest bi erkên xwe bikin gihaşt zêdetirî 39 hezar û 664 mamosteyan. Ew mamoste di dewreyên perwerdeyê yên havînê re derbas bûne. Mamosteyan li 113 navendan perwerde dîtin.

Deste hewl dide asta perwerdeya biranşan di dibistanan de pêş bixe bi rêjeyekê ji salên par bilintir. Li ser wê mamoste li gorî bawername û biranşan hatin ferzkirin.

Girêdayî mijara pirtûkên dibistanan, desteyê soz ji Rêxistina UNICEF`ê girtiye ku dê bi 165 hezar kopî ji pirtûkên dibistanê destekê bide wan. Desteyê soz da ku dê hemû şagirt pirtûkên xwe di meha Comtmehê de werbigirin. Deste hewl dide pirtûkên dibistanê ji materyalên Rêveberiya Xweser çap bike.

Desteyê heta niha 4 hezar û 407 dibistan ji bo pêşwazîkirina şagirtan amade kirine; Cizîrê 2 hezar û 214, herêma Firatê 869, Minbic 320, Tebqa 197, Reqa 317 û Dêrazorê 490.

Li gorî serjmariya desteyê 211 dibistan bi temamî wêran bûne û 455 dibistan bi awayekî beşî. Desteyê diyar kir ku xebatên restorekirina dibistanan heta niha berdewam e.

Hevserokê Desteya Perwerde û Fêrkirinê Receb El-Mişeref ji ajansa me re got: “Niha girtingiyê didin herêmên nû hatine rizgar kirin. Bi taybet li  El-Şaifa û Hecîn ên Dêrazorê ku dibistan werin vekirin. Em hewl didin daniştokan û avahiyan amade bikin da ku karibin tevahiya şagirtan hemêz bikin. Ji ber ku ew herêm, herêmên herî dawîn ku ji DAIŞ`ê rizgar bûne.”

Desteya Perwerde û Fêrkirinê di 2`yê Îlonê de civînek ji komîteyên perwerde û fêrkirinê yên rêveberiyên xweser û 7 rêveberiyên sivîl li dar xist. Amadekariyên komîteyan û xebatên wan ji bo pêşwazîkirina xwendekaran bi destpêka sala perwerdeyê ya nû 2019-2020`an de nîqaş kirin.

(şx/bm)

ANHA 


Mijarên Din