Desteya Perwerdeyê li Kobanê dibistaneke nû ava dike

Desteya Perwerdeyê ya Herêma Firatê îro îhaleya avakirina dibistaneke nû li bajarê Kobanê ragihand.

Desteya Perwerdeyê ya Herêma Firatê ragihand ku ji îro ve dê pêşwaziya daxwazên ji bo îhaleya (munqase) avakirina dibistaneke nû li Kobanê bike û heta 18`ê vê mehê dewam bike.

Desteya Perwerdeyê diyar kir ku dema avakirina dibistanê salek e.

Dibistan dê li taxa Miştenûr a li aliyê başûrê bajarê Kobanê ku tu dibistan li wir tune ne, were avakirin. Zarokên vê taxê neçar dimînin ku biçin taxên din ji bo perwerdeyê.

Kesên ku dixwazin îhaleyê bibin an jî der barê wê de pirsan bikin, divê serdana navenda Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya li bajarê Kobanê bikin.

Di 15`ê Îlonê de, dê dibistanên Bakur û Rojhilatê Sûriyê xwendekaran pêşwaz bikin.

(kc)

ANHA


Mijarên Din