Desteya Rûspiyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li Hesekê navendeke xwe vekir

Bi hedefa kombûna tevahî eşîrên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, çareserkirina doz û pirsgirêkên wan, Desteya Rûspiyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li bajarê Hesekê navenda xwe ya sereke vekir.

Navenda ku li taxa Umran a bajarê Hesekê hatiye vekirin, dê têkiliyên jiyana hebeş û biratiyê di navbera pêkhateyên Sûriyê de bisepîne û diyalogê bi Rêveberiyên Xweser re pêk bîne da ku pêşniyarên xwe der barê kar û barên civakê de pêşkêş bike.

Li aliyekî din jî vekirina vê navendê, bi hedefa temamkirin û garantiya tevahî pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi rêveberiya sivîl û leşkerî re ye.

Di merasîma vekirinê de şêwirmendê Fermandariya Giştî ya QSD’ê Rêzan Gilo, serokê Meclisa Rûspiyên Hesekê Abdullah El-Kendar, endamê Dîwana Rûspiyên Eşîrên Bakur û Rojhilatê Sûriyê Hekem Xilo û gelek rûspiyên eşîrên Ereb û Kurd ji wan; Begara, Kêkan, Cebûr, Şemer, Tay, Neîm, Deqoriyê û Şerabîn, beşdar bûn.

Der barê girîngiya navend û hedefa wê de, endamê Desteya Rûspiyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji eşîra Şerabîn Mihemed Ubeyd wiha got: "Hedef ji vekirina vê buroyê, kombûna tevahî eşîrên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye."

Mihemed Ubeyd da zanîn ku di dema niha de pêdivî bi hevgirtin û yekparebûnê li hember tevahî êrişên barbarî ku dewleta Tirk li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk tînin, heye. Ubeyd bi navê Buroya Desteya Rûspiyan nameyek ji tevahî pêkhateyên herêmê re şand tê de bang li piştgiriya QSD’ê, qewitandina teror û dewleta Tirk a dagirker ji herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir.

Li aliyekî dîtir jî endamê Meclisa Rûspiyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê Emîr Ebdîn Bedirxan wiha anî ziman: "Hedef ji vekirina buroyê, şopandina kar û barên sivîl, civaka sivîl, çarekirina doz û pirsgirêkên wan e. Her wiha em yek gel in, xwîna me yek e û şehîdên me nîşaneya hêzên me ne."

Emîr Bedirxan bang li pêwîstiya lidarxistina diyaloga Sûrî-Sûrî kir ku dewleta Tirk a dagirker têk bibin û herêmên dagirkirî vegerînin.

(fr)

ANHA


Mijarên Din