Desteya Rêveberiya Herêmî ya Firatê rêya navneteweyî zîft dike

Desteya Rêveberiya Herêmî û Şaredariyan a Herêma Firatê rêya navneteweyî zîft dike. Rêya navneteweyî ji sala 2009’an ve nehatiye sererastkirin.

Desteyê beriya hefteyekê dest bi zîftkirina aliyên rêya navneteweyî (Rodko) ku bajarên Bakurê Sûriyê digihîne hev, kiriye. Ev rê ji rojavayê Sûriyê heta rojhilatê wê, heta sînorê Iraqê dirêj dibe.

Hinek cihên ku hatin û çûn lê zêde ye, zirar dîtibûn. Bi taybet kamyonên veguhastinê ku barên wan giran in, bandoreke neyînî li rê dikin. Li van cihên ku pir zirar dîtine, faliyetên zîftkirinê dest pê kir.

Desteya Rêveberiyê û Şaredariyan, meha çûyî ji bo sererastkirina aliyên rêya Rodko ya navneteweyî ya di navbera herêma Firat û Cizîrê de, peyman îmze kir.

Berpirsan da zanîn ku pêkanîna projeyê ji 110 rojan derbas nake û ew ê 500 milyon lîreyên Sûriyê lê xerc bikin.

Berpirsê li ser werşeya kar, endezyar Sedûn El -Çolbekî ji ANHA`yê re diyar kir ku dirêjiya 42 km di navbera pira Qereqûzaq û gundewarên kantona Hesekê de, dê rê biqelêşin û paşê ji nû de zîft bikin.

El- Çolbekî destnîşan kir ku wan qelaştina rê bi dirêjiya 7 km û firehiya 7 metre û nîv, ji gundê Ebo Sirê heta Çelebiyê bi dawî kiriye. Her wiha dirêjiya 2 km ji rê bi qalindiya 5 santîmetre di pêvajoya yekemîn de zîft kirine. Tê payîn ku rê bi qalindiyeke din bê zîftkriin.

Werşeya kar 1 km bi 2 tebeqeyan ku qalindiya wê di navbera 10 heta 13 santîmetre de zîft kiriye. Ew wek tecrube pêk anîn, ji bo ku nas bikin xirab dibe yan na. Ji bo ku projeyê li gorî wê çêkin.

Ev rê yek ji rêyên navneteweyî yên Sûriyê ye. Endezyaran diyar kir ku cara yekemîn sala 1994’an hatiye zîftkirin û cara dawîn jî sala 2009’an hatiye zîftkirin.

(jo)

ANHA


Mijarên Din