Desteya Şaredariyan a Herêma Firatê xebatên xwe yên nîvê salê nirxandin

Desteya Rêveberiya Herêmî û Şaredariyan a Herêma Firatê civîna xwe ya nîvê salê li bajarê Kobanê li dar xist. Di civînê de xebatên ku pêk anîne û plansaziya pêşerojê eşkere kirin.

Civîn li hola Navenda Baqî Xido ya Çand û Hunerê ya bajarê Kobanê li dar ket. Endamên desteyan, nûnerên 16 şaredariyên girêdayî desteyê (11 ên kantona Kobanê û 5 ên kantona Girê Spî), rêveberî û gerînendetiyên girêdayî desteyê, nûnerên Rêveberiya Xweser a Herêma Firatê, partiyên siyasî û saziyên civaka sivîl tev li civînê bûn.

Di destpêka civînê de Mihemed Şahîn hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a herêma Firatê axivî û got: “Hîna rejîma Sûriyê bi vebijêrka leşkerî li şûna çareseriyên siyasî ve girêdayî ye.“

Şahîn behsa Qanûna Qeyser, armanc û encamên wê li ser gelê Sûriyê kir û wiha axivî: “Koalîsyona Navdewletî soz da me ku alîkariya ji gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê re pêşkêş bike da ku bandorên Qanûna Qeyser derbas bike. Lê heta niha tu nîşaneyên wê sozê tune ne.”

Paşê desteyê rapora xebatên xwe yên salê xwend û projeyên ku pêk anîne eşkere kirin. Li gorî raporê, desteyê gelek avahiyên rêveberî û xizmetguzariyê yên Kobanê ava kirine. Şîrketa şarederiyan a betonê, kevir, enetlok û lûleyên toreyên kanalîzasyonê vekirin.

Her wiha Nivîsgeha Jinan a Desteyê jî rapora xwe xwend.

Di civînê de derfet ji beşdaran re hate dayîn da ku nêrîn, rexne û pêşniyarên xwe vebêjin.

Di dawiya civînê de desteyê, projeyên ku plan dike îsal pêk bîne, eşkere kirin. Jê zîftkirina derdora 100 km û restorekirina rêyên gund û bajarokên herêma Firatê, avakirina golên depokirina avê li gundên ku ava vexwarinê nagihêjinê. Her wiha desteyê 5 projeyên toreyên kanalîzasyonê li bajarê Kobanê û bajarokên herêma Firatê ragihandin.

(şx)

ANHA


Mijarên Din