Desteya Şaredariyan plana 2019‘an diyar dike

Hevseroka Desteya Rêveberiyên Herêmî û Şaredariyan a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Medaya Bozan li ser planên sala 2019‘an  axivî û diyar kir ku projeyên Desteya Rêveberiyên Herêmî û Şaredariyan ji bo vê salê stratejîk û domdar in.

Li gelek deverên Bakur û Rojhilatê Sûriyê di encamên gelek sedeman de wekî rewşa hawayî ya ne baş, şerên li herêmên Reqa û Dêrazorê rû dane gelek ziyan gihiştşin binsaziya herêman. Şêniyên herêmê ji vê yekê gazincan dikin û ji aliyên têkildar dixwazin ku ev pirsgirêk zû werin çareserkirin.

Desteya Rêveberiyên Herêmî û Şaredariyan a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo sererastkirina rêyan, pir, xetên avê û yên kanalîzasyonê di nava liv û tevgerê de ye.

Hevseroka Desteya Rêveberiyên Herêmî û Şaredariyan a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Medaya Bozan ji ajansa me re diyar kir ku di plana desteyê ya 2019‘an de, gelek kar û xebat li pêşiya wan in. Medya got: "Ev plan ji sererastkirina rêyan li hemû herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, her wiha sererastkirina xetên avê û yên kanalîzasyonê, pirên xirab bûne pêk tê. Lêçûna hemû projeyan qasî 42 milyar Lîreyên Sûrî ye."

Medya diyar kir ku ji sedî 30 rêyên xirabûyî encamên hewşa hawayî ye û got, rê bi awayekî demekî hatin sererastkirin.

Medya Bozan da zanîn ku plana desteyê ya sala 2019‘an dê stratejîk û domdar be û got: "Plan bi awayekî teknîkî û zelal hatin danîn da ku careke din xirab nebin."

Her wiha Medya destnîşan kir ku planên wan ji bo hemû herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji Şehba bigire heta Dêrazorê ye û got: "Plan di çarçoveya sererastkirina rêyan de sînordar nîne. Xetên avê û yên kanalîzasyonê, stasyonên ku çeteyên DAIŞ‘ê xirab kirin û pir jî dê werin nûkirin."

Medya Bozan got:  "Her desteyek dê li herêma xwe xebatên sererastkirinê pêk bînin, lê Desteya Şaredariyan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê dê rêyên navdewletî rast bike. Her wiha giraniya karê me dê bide Reqa û Dêrazorê, ji ber ev her du dever gelek zirar dîtine.”

 Girêdayî lêçûna madî ya projeyên îsal Hevseroka Desteya Rêveberên Hêrêmî û Şaredariyan Medya Bozan destnîşan kir ku rêveberiyê budceya 42 milyar lîreyên Sûrî ji bo van projeyan veqetandiye, di serî de dê rêyên xirabûyî, pir û xetên kanalîzasyonê dê werin nûkirin.

(bb)

ANHA


Mijarên Din