Desteya Tenduristî: Divê her kes tedbîrên kesayetî li dijî Koronavîrusê bigire

Hevserokê Desteya Tenduristiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ciwan Mistefa diyar kir ku divê her kes tedbîrên şexsî kesayetî bigire û parastina xwe, zarok û malbata xwe bike. Ji aliyekî din ve jî şêniyên Qamişlo banga parastinê li her kesî kirin.

Ev demeke dirêj e Desteya Tenduristiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê hewldanê xwe dike da ku Koronavîrus (Covid-19) derbasî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê nebe, lê di meha Nîsanê de  2 rewşên nexweşiyê derket û şîfa bû û di 23`yê Tîrmehê de maseya krîzê ragihand ku 8 rewşên pêketina Koronvîrusê li bajarên Qamişlo û Hesekê derketine.

Her wiha rêxistina Heyva Sor a Kurdî di 24`ê Tîrmehê de ragihand ku herî kêm 88 kes dan û standin bi nexweşên Koronavîrusê re kirin û da zanîn ku ew kes hatin agahdarkirin ku 2 hefteyan di karantînaya malê de bin. Her wiha da zanîn ku ew kes hemû li Qamişloyê ne û heta niha tu nîşaneyên nexweşiyê li ser wan diyar nebûne.

Têkildarî tedbîrên ku Desteya Tenduristiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê digire, hevserokê Desteya Tenduristiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ciwan Mustefa ji ANHA`ê re axivî:

Ciwan Mistefa destnîşan kir ku herêm derbasî qonaxa hebûna Koronavîrusê di nav gel de bûye û da zanîn ku di nav biryarên ku hatine derxistin  de hemû kombûnên gel ku dibe bibin sedema belavbûna Koronvîrusê, hatine qedexekirin û got: "Kesên ku bi Koronvîrusê ketibin û li derveyî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê jiyana xwe ji destbidin wê ew yekser neyê qebûl kirin ku cenazeyên wan derbasî herêmê bibin, ji ber ew bi xwe wê bibin sedema ku Koronvîrus li herêmê belav bibe.”

‘TEDBÎR DÊ LI GORÎ QONAXA HEYÎ WERIN GIRTIN’

Ciwan da zanîn ku hemû dergehên Bakur û Rojhilatê Sûriyê wê di bin çav re derbas bibin û  kesên ku dixwazin derbas bibin jî wê yekîneyên tenduristiyê yên li wir dimînin bi awayekî cidî nêz bibin û wiha dewam kir: "Kesên ku guman li ser wan hebin wê derbasî karantînê bibin, kesên ku guman li ser wan hebin û ne ji herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bin wê qet derbasî herêmê nebin.”

Mistefa têkildarî van rojên zehmet de ku rewşên nexweşiyê li herêmê derketiye da zanîn ku divê her kesek tedbîrên kesayetî bistîne û parastina xwe, zarok û malbata xwe bike û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Bila rihê berpirsyarîtiyê derkeve pêş, em di mala xwe de çawa jiyan bikin, dezenfekte bikin û dûrketina civakî rojane li her deverê pêk bînin, ev yek erkê her ferdekî civaka me ye.”

Hevserokê Desteya Tenduristî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê bal kişand ser cejna Qurbanê û ev nirxand kir: "Ev cejn û boneyên ku di demên pêşî de tên bila em nehêlin têkeve xizmeta belavkirina Koronavirus de, berovajî wê em bi şêwazên jiyana xwe bidin meşandin bihêlin ku Koronavîrus tu zirarê negihîne me.”

Mistefa li ser rewşên nexweşên ku bi Koronavîrus ketine bilêv kir ku rewşa her çar nexweşan ne xerab e, hêdî hêdî ber bi başbûnê ve diçin lê ev yek nayê wateya ew êdî bi rehet nêz bibin, berovajî wê tê wateya ku bêhtir tedbîran bigirin û amadekariyên xwe jê re bikin ev yek jî erkê her kesî ye.

Ji aliyê din ve jî, Ji bo pêşîgirtina Koronavîrusê şêniyên Qamişloyê nêrînên xwe anîn ziman.

Şêniyê bi navê Hewas Mihemed da zanîn ku ew hêvî dike ku her kes hay ji xwe hebe û xwe ji Koronavîrusê biparêze û got: "Yê ku bibihîze ku kesek bi Koronavîrusê ketiye, pêwîst e aliyê peywendîdar  agahdar bike."

Mihemed da zanîn ku ew parastina xwe dike û tedbîran digire.

Şêniya bi navê Berjîn Izedîn jî diyar kir ku divê her malbatek hace baqijiya kolana û mala xwe hebe û domand: "Hetanî karibin bila dûrî cihê ku çûn û hatin zêde lê heye bin, bila mask û lepikan li xwekin ji ber ku her yek ji aliyê xwe ve paqijiyê bike wê piçekî xwe ji nexweşiyê biparêze.”

Berjîn li ser tedbîrên ku malbatê wê digire ev tişt got: "Dema ku ji derve ve tên cil û bedenê xwe dişon, ez jî dema ji kar dighêjim mal cilê xwe yê kar datînim ber rokê û dûver ez wan dişom.”  

ANHA


Mijarên Din