​​​​​​​Desteya Tenduristiyê a Efrînê: Divê şênî perspektîfên tenduristiyê pêk bînin

Hevseroka Desteya Tenduristiyê şaxê herêma Efrînê bang li şêniyên kirin ku li gorî perspektîfên xweparastina ji Koronavîrusê tev bigerin.

Têkildarî belavbûna Koronavîrusê li kantona Şehbayê Hevseroka Desteya Tenduristiyê Hêvîn Hesen daxuyanî da û bang li şêniyan kir ku xwe ji vîrusê biparêzin û wiha domand:"Kesê ku Koronavîrusê bi wî re derket li kantona Şehbayê di malê de ye û di karantînayê de ye."

Vê sibê welatiyê bi navê (E A E) ê 45 salî ji ber koronayê jiyana xwe ji dest da. Kesê din jî ê (55) salî piştî testa PCR jê re çêkirin hate diyarkirin ku vîrûs bi wî re heye.

Hêvîn Hesen bang li şêniyên kir ku xwe ji vîrusê biparêzin, li gorî perspektîfên xweparastina ji vîrusa Korona tev bigerin, ji malên xwe dernekevin û bi vî rengî rê li pêşiya belavbûna vîrusê bigirin.

Desteya Tenduristiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriye ragihand ku 20 kesên din bi koronayê ketine.

 (eh)

ANHA


Mijarên Din