Desteya Tenduristiyê dê gelek tedbîrên pêşîlêgirtina vîrusa Koronayê bigire

Li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi awayekî lez reqema kesên bi vîrusa Koronayê dikevin, zêde bû. Aliyên peywendîdar eşkere dikin ku ev yek bi sedema kêmbûna pileyên germahiyê ye û bi wê re jî vîrus demeke dirêj li hewa dimîne. Li aliyekî din jî nepêkanîna tedbîrên parastinê ye. Desteya Tenduristiyê piştrast kir ku dê di çend rojên pêş de gelek tedbîrên pêşîlêgirtina vîrusê bigire.

Di vê dawiyê de li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê vîrusa Koronayê zêde berbelav bû. Li gorî Desteya Tenduristiyê hejmara rojane ya kesên bi vîrusê dikevin sedî derbas dike. Li aliyekî din jî serokê WHO’yê Tedros Adhanom Ghebreyesus roja înê diyar kiribû ku berbelavbûna vîrusa Koronayê dê di mehên pêş de astengiyên mezin bîne û wiha gotibû: "Em der barê berbelavbûna vîrusa Koronayê de li beramber rewşeke dijwar in, bi taybet li aliyê bakurê goka zemînê. Dê di çend rojên pêş de rewş dijwartir be û li hin welatan rewş ber bi xeteriyê ve diçe."

 ‘ASTA BERBELAVBÛNA VÎRUSÊ BILIND DIBE’

Li gorî serijmariya dawîn a Desteya Tenduristiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê, ji dema belavbûna vîrusê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, ji dawiya Nîsanê heta 26’ê Cotmehê ve, 3 hezar û 948 kes bi vîrusê ketine, jê 115 mirin û 687 baş bûne.

Hevserokê Desteya Tenduristiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ciwan Mistefa diyar kir ku li gorî lêkolînên der barê vîrusa Koronayê de, hêza vîrusê di havînê de kêm dibe. Mistefa wiha got: "Di çend mehên borî de hejmara kesên bi vîrusê diketin, sapît bû û ji nêzî 15 rojan û vir ve bi lez belav dibe."

 NEPÊKANÎNA TEDBÎRÊN XWEPARASTINÊ

Ciwan Mistefa destnîşan kir ku sedema zêdebûna rêjeya berbelavbûna lez a vîrusê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ew e ku pileyên germahiyê kêm bûne. Bi wê vîrus demeke dirêj li hewa dimîne. Sedema duyemîn jî xemsariya gel bi vîrusê û nepêkanîna tedbîrên parastin û xweparastinê ye. Mistefa wiha domand: "Şênî tedbîrên hatin ragihandin pêk nayne, mîna lixwekirina mask û parastina dûrketina civakî."

Mistefa da zanîn ku Desteya Tenduristiyê rojane zêdetirî 200 kesên bi vîrusê dikevin qeyd dike. Ev jî bi rasthatina zivistanê re xeteriyeke mezin e û wiha pê de çû: "Heke rewşa wiha berdewam kir, dê vîrus ji kontrolê derkeve."

Mistefa piştrast kir ku Desteya Tenduristiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi cidî hewl dide vîrusê ji bin kontrolê dernekeve û wiha bi lêv kir: "Ji lew re divê em gelek tedbîran bigirin, jê jî kombûn çênebin. Rojane perspektîfên xweparastinê bidin û hemleyên danasîn û zanînê li dar bixin."

 ‘JI BO PÊŞÎLÊGIRTINA VÎRUSA KORONAYÊ, PIŞTEVANIYA NAVNETEWEYÎ JI BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRIYÊ PIR KÊM E’

Ciwan Mistefa eşkere kir ku rêxistinên tenduristî û di serî de jî WHO pir kêm piştevaniya pêşîlêgirtina vîrusa Koronayê dikin. Ev piştevanî têrî pêdiviyên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê nakin. Li gel vê yekê hewldan ji pêşkêkirina guncawa hene û WHO soz da ku piştevaniya guncaw pêşkêş bike.

 ‘DERGEHÊN GIRTÎ KEDÊN JI BO PÊŞÎLÊGIRTINA KORONAYÊ LAWAZ DIKIN’

Mistefa destnîşan kir ku gelek astengî hebe ku nahêlin alîkarî bigihîne herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, jê jî girtina dergehê Til Koçber e. Ev dergeh jî deriyê yekane ya şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi derve re ye. Ji wê zêdetir jî hikumeta Şamê nahêle alîkariyên tenduristî derbasî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bin.

Wek tedbîrên pêşîlêgirtinê, Desteya Tendurisiyê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 17 navend ji bo pêşwazîkirina rewşên navîn û giran ên vîrusa Koronayê diyar kirin. Her wiha jimareyên telefonê jî ji her 7 rêveberiyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê re ji bo rewşên biguman ên vîrusê, diyar kirin.

Desteya Tenduristiyê bang li tevahî şêniyan kir ku bi wê re bibin alîkar, tedbîrên xweparastinê pêk bînin, maskan li xwe bikin, parastina takekesî pêk bînin û bi xemsarî ber bi vê pandemiyê ve neçin, bi taybet di çend mehên pêş de.

(fr)

ANHA


Mijarên Din