Desteya Tenduristiyê dê li Qamişloyê navendeke din a karantînayê veke

​​​​​​​Desteya Tenduristiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê amadekariya vekirina navendeke karantînayê ya mezin ji bo nexweşiya koronayê (Covid-19) li Qamişloyê dike.

Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, ji destpêka belavbûna koronayê ve gelek navendên karantînayê li seranserê herêmê vekirin û gelek tedbîr girtin da ku korona belav nebe.

Di vê çarçoveyê de, Desteya Tenduristiyê amadekariya vekirina navendeke karantînayê li Qamişloyê dike. Navend dê ji 4 qatan pêk bê û gelek ode tê de hene.

Têkildarî mijarê hevserokê Desteya Tenduristiyê Ciwan Mistefa da zanîn ku li seranserê Bakur û Rojhilatê Sûriyê li hemû herêman navendên karantînayê hatine vekirin û hemû jî amade ne û nexweş jî tê de tên dermankirin û got: "Di rojên bê de dibe ku li bajarê Qamişloyê ku wekî bajarekî sereke tê nasîn, hejmara pêketiyên Koronavîrusê zêde bibe, di destpêka belavbûna vîrusê de amadakariyên li Qamişloyê di rewşeke awarte de û bi derfetên kêm hatin kirin."

Mistefa wiha domand: "Ji bo vê yekê jî em navendeke din amade dikin û ev navend jî mezin e. Di vê navendê de hemû amûrên girêdayî koronayê hatine bicihkirin û di rojên pêş de dê hemû amadekariyên wê bi dawî bibin."

Mistefa di nava axaftinên xwe de behsa rewşa koronayê û qedexeya derketinê li Hesekê û Qamişloyê kir û ev agahî parve kirin: "Ji ber hejmara zêde ya koronayê, li Hesekê û Qamişloyê rewş hindik mabû ku ji bin kontrolê derkeve. Lê piştî qedexeyê hejmara pêketiyan kêm dibe."

ANHA


Mijarên Din