​​​​​​​Desteya Tenduristiyê: Em hewl didin hêjmara alavên nefeskişandinê zêde bikin

Desteya Tenduristiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo pêşî li Koronavîrusê (Covid-19) bigirin,  hewl dide alavên nefeskişandinê peyda bikin. Hevserokê Desteya Tenduristiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê diyar kir ku 27 alavên nefeskişandinê li cem wan hene û niha jî hewl didin hejmara wan alavan zêde bikin.

Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser bergeriyên li dijî derketina Koronavîrusê didomîne ku Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê wekî pandemiya global ragihand. Ji bergeriyên ku li herêmê hatine girtin, qedexeya derketina derve hate ragihand.

Her wiha ji tedbîran 9 navnedên tenduristiyê û navendên karantînayê bi alavên pêwîst ên tenduristiyê werin amadekirin. Di çend rojên bê de avakirina van navendan li dûrê jîngehan bi dawî dibe.

Desteya Tenduristiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê hewl dide alava nefeskişandinê ji bo navendên tenduristiyê peyda bike. Hevserokê Desteya Tenduristiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê Dr. Ciwan Mustefa got: "Heta niha 27 alavên nefeskişandinê di destê me de hene. Em hewl didin hejmara vê alavê bighînin 100."

 Li gorî pisporan, ev alav ji bo tesbîtkirina rewşa nexweş tê bikaranîn. Ev alav nexweşê bi vîrusa Koronayê ketiye derman nake, lê dihêle nexweş  ku hêza wî ya nefeskişandinê girabûye sax bihêle, ta vîrusê di laşê wî de xilas bibe.

Ciwan diyar kir ku alavên kişandinê nefesê dê li navendên karantînayê werin belav bikin û anî ziman ku ew hewl didin hejmarek zêdetir peyda bikin.

Ciwan diyar kir ku dê di 10 rojên bê de dê tedbîrên pêwîst werin asê kirin û anî ziman ku deriyên sînor bi temamî werin girtin. Derbarê mijara welatiyên vedigerin herêmê Ciwan Mustefa got: "Yên ku beriya qedexeya derketina derve hatin  14 rojan di karantînayê de dimînin, piştî 14 rojan têne derxistin."

HEVGIRTINA ŞÊNIYAN BI RÊVEBERIYA XWESER RE NEHIŞT KU TA VÊ KÊLIYÊ VÎRUS DERKEVE

Dr. Ciwan Mustefa diyar kir ku şênî li gorî biryarên derbarê  pêşîlêgirtina derketina vîrusê de hatine girtin, tev digerin û got: "Hevgirtina şêniyên bi Rêveberiya Xweser re û pêkanîna wan biryarên ku Şaneya Aloziyê derxistine hişt ku heta niha Koronavîrusê li herêmên derkevin."

Dr. Ciwan Mustefa ban li şêniyan kir ku di malên xwe de bimînin û biryarên Desteya Tenduristiyê bi cih bînin.

Derbarê têkiliyên di navbera Desteya Tenduristiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê de Dr.Ciwan Mustefa got: "Peywendî hene, lê Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê heta niha tu destekê pêşkêşî Desteya Tenduristiyê nekiriye."

Dr. Ciwan anî ziman ku pêwîste dema qedexeya derketin derve li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê were dirêjkirin ku tê payîn  7‘ê Nîsanê xilas bibe û got: "Koronavîrusê li herêmên derdora Bakur û Rojhilatê Sûriyê belav dibe, lewra ji bo parastina şêniyan û nehiştina ku vîrus li herêmên me derkevin, qedexeya derketina derve were dirêjkirin."

ANHA


Mijarên Din