Desteya Tenduristiyê hişyarî da

Desteya Tenduristî û Hawîrdorê girêdayî mekanîzmaya birêxistinkirina derbasbûn û derketina cureyên hindek dermanan li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, belavok belav kirin. Di belavokan de cureyên hindek dermanan qedexe kirin û mekanîzmaya dayîna dermanên din hate diyarkirin.

Desteya Tenduristî û Hawîrdorê bi armanca pêşxistina warê tenduristiyê û birêxistinkirina wê li herêmên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, girêdayî mekanîzmaya derbasbûn û qedexekirina cureyên hindek dermanan li bazarê, 2 belavok belav kirin.

Bi vê mebestê desteyê di 13`ê Adarê de bi komîteyên tenduristiyê yên Rêveberiya Xweser, sivîl û Yekitiya Giştî ya Dermanxaneyan re civiya. Di civînan de biryarên ku rolekê di pêşxistin û birêxistinkirina warê tenduristiyê de li herêmê dilîzin, hatin dayîn. Di nav de biryara qedexekirina hindek dermanan û birêxistinkirina dayîna dermanan hat dayîn.

Di belavoka yekemîn de cureyên dermanên ku jêdera wan nayên zanîn, hatin qedexekirin. Tevî gelek cureyên dermanên biyanî wekî Parasetamol dilop, Diclofenac ampo, Vîtamîn D3 ampul, Dicamitazon ampul, Betacort ampul, rantidine ampul, Iboprofen heb, Norepine ampul û heb, Sodafit plus û şerab wekî Kalmas, Ciprofita, Maxsilin û şerabên koxikê, Bactrim, Microstatin dilop, Adavit motherhood, Nimsulide heb, tevî antîbiyotîkên mîna Cefexim, Amoxicillin, Gentamicin, Ampicillin, Sftriaxon, Sivotaxim, Ampicillin, Cloaxacillin.

Di belavoka duyemîn de cureyên hindek dermanan ku tenê bi rêya reçeteyên ji hêla bijîşkên pispor ve ku mohra wan li ser heye, tenê carekê têne dayîn, diyar dibin. Derman ev in: Dermanên girêdayî nexweşiyên derûnî, dermanên ku êşê disekinînin mîna Tramadol, Sitacodine, Sudafit Plus, dermanên sistkirina masûlkeyan; Ditrocepam, Kazizol.

Hevserokê Desteya Tenduristî û Hawîrdorê ya Bakur û Rojhilatyê Sûriyê Ciwan Mistefa got: “Biryarên desteyê ji bo birêxistinkirina mekanîzmaya derbasbûna dermanan ji herêmê re, çavdêriya dayîna reçeteyên cureyên hindek dermanan û qedexekirina hindek dermanên ku jêdera wan nayê naskirin, hatin dayîn.”  

Mistefa destnîşan kir ku gelek şênî bûn qurbaniyên van dermanan ku di encama bikaranîna wê de bêyî şêwira bijîşk an jî naskirina jêderê.

Girêdayî mekanîzmaya çavdêrî û kontrolkirina bazaran Mistefa got: "Di 7 rêveberiyan de komîteyên çavdêriya dermanxaneyan hene. Ew komîte bi koordîneya Yekitiya Giştî ya Dermanfiroşan kar û xebatên xwe dimeşînin û çavdêriya dermanên ku derbasî bazaran dibin, dike. Her wiha derbasbûna wan dermanan erê dike. Çavdêriya sûkan dike û civînan ji dermanfiroş û xwediyên depoyên dermanan re çêdike."

Têkildarî  planzasiya desteyê ji bo pêşxistina warê tenduristiyê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Mistefa bi bîr xist ku deste hewl dide taqîgehek ji bo çavdêriya dermanan vebike. Mistefa got: “Erka wê çavdêriya derman û xwarinên ku mirov mizext dikin e.”

Mistefa diyar kir ku desteyê gelek proje hene mîna vekirina nexweşxaneyên pispor li herêmê da ku kadroyên tenduristiyê ji derve bikşîne herêmê û xizmeta tenduristiyê pêşkêşî şêniyên herêmê bikin.

Di dawiyê de Mistefa diyar kir ku gelek projeyên wan niha di nirxandinê de ne û dê di demên pêş de eşkere bikin.

(şx)

ANHA


Mijarên Din