​​​​​​​Desteya Tenduristiyê li hember Korona rewşa awarte ragihand

Desteya Tenduristiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê rewşa awarte li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li hember vîrûsa Koronayê ragihand, her wiha dê bergiriyên parastin, zêdebûna hemleya danasîn û navendên keşfkirina ferdan pêk bîne.

Wek pêngaveke baldariyê, Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi biryareke bi jimareya 23 ragihand ku dibistan û zanîngehên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê tevî tevahî kombûnên li herêmên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, hatin qedexekirin.

Piştî biryara Rêveberiya Xweser, Desteya Tenduristiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê civîneke awarte li navenda desteyê ya herêma Cizîrê ya bajarê Qamişlo li dar xist. Da ku bergiriyên baldariyê yên ji bo parastina xeteriya vîrûsa Korona ku êdî bûye krîza cîhanî û qedexekirina derbasbûn û belavbûna li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, pêk bînin.

Vîrûsa Koronayê ya ku êdî raya giştî ya cîhanî mijûl dike, cara yekem li Çînê di nîvê Kanûna 2019’an derket, her wiha îro xeteriyeke cidî piştî sînorên Çînê derbas kir û li gelek dewletên cîhanê belav bû, çêdike.

Desteya Tenduristiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê piştrast kir ku tu rewşên pêketina bi vîrûsa Koronayê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê nehatine qeydkirin.

Hevserokê Desteya Tenduristî ya herêma Cizîrê Menal Mihemed eşkere kir ku gelek bergirî û biryarên der barê vîrûsa Korona de di civînê de girtine, jê jî ragihandina rewşa awarte li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, baldariya bergiriyên parastina û xweparastina ji vîrûsê, zêdekirina hemelya danasînê ku deste pê redibe û navendên keşifkirina ferdan.

Li gorî serjimariyên dezgehên çapemeniyê, kesên li tevahî cîhanê bi vîrûsa Koronayê ketine gihiştin 145 hezar û 369, jê jî 5 hezar û 429 mirin û 71 hezar û 694 ji nexweşiya rizgar bûne.

fr

ANHA


Mijarên Din