Desteya Tenduristiyê: Tecrubeya me ya nû milkê tevahî mirovahiyê ye

Desteya Tenduristiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê diyar kir ku vedîtina "Tecbûreya bi lez a teşxîskirina vîrusa Koronayê" milkê tevahî mirovahiyê ye. Desteyê got: “Ew amade ye destekê bide dewletên ku dixwazin vê tecrûbeyê bidest bixin.”

Desteya Tenduristiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê duh di civîneke çapemeniyê de ku li hola civînan li avahiya Daîreya Têkiliyên Derve ya li bajarê Qamişlo hatibû lidarxistin ragihand ku wan tecrubeya ku dikare nexweşiya vîrusa Koronayê ya nû di 30 çirkeyan de teşxîs bike, vedîtine. Ev tecûrebe bi encama keda hevpar a Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê û peymangeha PEAS a Swêdê pêk hat.

Vîrusa Korona (Covid -19) ku veguheriye pandemiya global bûye fikara sereke ya hemû navendên tenduristî û laboratuarên (taqîgeh) cîhanê. Piraniya navendên tenduristiyê yên cîhanê ji bo peydakirina testên keşifkirina bi lez a vîrusa Koronayê di nava tevgerê de ne.

Desteya Tenduristiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo rêgirtina li ber belavbûna Covid -19 di nava xebatê de ye. Her dawî desteyê serkeftineke li ser asta cîhanê pêk anî ku nexweşiya vîrusa Koronayê ya nû di 30 çirkeyan de teşxîs bike.

EV TEST LI SER 68 KESÊN LI WOHAN A ÇÎNÊ HATE ÇÊKIRIN

Tecbûreya ku Desteya Tenduristiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi hevkariya  peymangeha PEASa Siwêdê vedîtiye, li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji aliyê desteyê ve li ser hin kesên bi guman hate çêkirin û encamên baş da. Her wiha peymangeha PEAS ev tecrube şand bajarê Wohan ê Çînê ku navenda belavbûna vîrusa Koronayê ye û li ser 68 kesên ku virus bi wan re hene çêkir. Li gorî Hevserokê Desteya Tenduristiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê Dr. Ciwan Mistefa tecrûbe ji sedî 85 encamên baş da.

Ciwan Mistefa ji ANHA‘yê re diyar kir ku deste û peymana Swêdê ji beriya salekê ve lêkolînên hevpar çêdikin û di dema dawî de giranî dan lêkolînên li ser vîrusa Koronayê ku bi hezaran kes ji ber wê canê xwe dan. Her wiha destnîşan kir ku di encamên lêkolînên berfireh de tercrubeya (Test) hate vedîtin ku encamên baş da.

Ciwan Mistefa danî zanîn ku ev tecrûbe dikare di demek zû de an ku beriya nîşaneyên vîrusê derkevin, bibîne û diyar kir ku lêçûna vê tecrubeyê giran e û got: "Ya girîng ji bo me ew e ku vîrusê di nava 30 çirkeyan de teşxîs bike."

Dr. Ciwan Mistefa diyar kir ku her kes dikare vê tecrûbeyê bi kar bîne ku yekser encam dide û got: "Ev test li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li ser hin kesan hate çêkirin, derket ku tu kes ji wan vîrus negirtiye. Ev tecrube bi rêya peymangeha Swêd ji bajarê Wohan ê Çînê re hate şandin û di nava 3 nexweşxaneyan hate ceribandin û encamên baş ji sedî 85 dan."

Ciwan Mistefa diyar kir ku ev vedîtina vê tecrûbeyê berhemekî mirovî ye û got: "Dewletên Rojhilata Navîn yên bixwazin vê tecrûbeyê bigirin dikarin bi Desteya Tenduristiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê re bikevin têkiliyan dê wê werbigirin. Her dewletek cîhanî bixwaze werbigire dê bi rêya peymangeha Siwêdê destekê bi wan re were kirin."

Hevserokê Desteya Tenduristiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ciwan Mistefa anî ziman ku tecrbueya wan milkê tevahî mirovahiyê ye ne ji bo bazirganiyê ye. Her wiha destnîşan kir: "Pêwîstiya me di her aliyan de bi destekê heye ji em lêkolînên xwe bi pêş bixin û bixin xizmeta tevahî mirovahiyê."

ANHA


Mijarên Din