Desteya Tenduristiyê ya Herêma Cizîrê reqemên telefonê yên awarte diyar kirin

Desteya Tenduristiyê ya Herêma Cizîrê reqemên telefonê yên rewşên awarte diyar kirin, di heman demê de sibê dê alava ‘Keyd’ a ku di 30 çirkeyan de rewşa kesên bi vîrusê ketine kifş dike, dest bi bikaranîna wê bê kirin.

Bi armanca pêşîlêgirtina belavbûna Koronavîrusê Desteya Tenduristiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê bergiriyên didomîne. Desteya Tenduristiyê ya Herêma Cizîrê 4 reqemên (nimre) telefonan diyar kirin da ku dema rewşên biguman hebin, yekser li van hejmaran bigerin.

Desteyê bang kir ku li paqijiya xwe û ya giştî baldar bin, tenê dema pêwîstî pê hebe ji malên xwe derkevin, li gorî bergiriyan tev bigerin û bang li şêniyên kir ku kom nebin.

Reqemên telefonê yên hatine diyarkirin, ev in:

0981137135

0998939754

0949356870

0949359179

Desteya Tenduristiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê piştrast kir ku heta niha tu haletên vîrusê çênebûne.

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi armanca pêşîlêgirtina belavbûna vîrusê li herêmê qedexeya derketina derve ragihand, wekî destpêkê 9 nuqteyên tenduristiyê diyar kirin û kadroyên tenduristiyê lê bi cih kirin.

TESTA KIFŞKIRINA VÎRUSÊ DEST PÊ DIKE

Desteya Tenduristiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi hevkariya Peymangeha Swêdê (PEAS) testa kifşkirina rewşên vîrusê di 30 çirkeyan de, kifş kiribû û xelat û bawernameya Îzo ya cîhanî wergirtin.

Tê payîn ku sibe li herêm, bajar û navçeyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê testa ‘Keyd’ bikeve xizmetê.

(eh)

ANHA


Mijarên Din