Desthilata Başûr meşa ji bo yekitiya netewî asteng kir

Meşa dirêj a ciwanan a ber bi Zînî Wertê ve ji aliyê asayîşa YNK’ê ve hate astengkirin. Ciwanên ku 45 deqeyan çalakiya rûniştinê kirin, bi daxuyaniyekê astengî şermezar kirin.

Meşa Însyatîfa Ciwanên Başûrê Kurdistanê ya ji bo Zînî Wertê dema ku girse gihişte Serkebanê polîs û hêzên asayîşê pêşiya wan girtin. Berpirsê asayîşê Abdullah Çavreş ê rê neda ciwan bimeşin, diyar kir ku Wezareta Navxweyî fermana ‘rê nedin meşvanan’ ji bo wan hatiye dayîn.

Ciwanan nerazîbûn nîşanî gotina polîsan a ‘Ji bo ewlekariya we rê nadin’ dan gotin: “Em hemû berpirsyariyê li ser milê xwe digirin.”

Ciwanan ji bo protestokirina vê helwestê bi qasî 45 deqeyan çalakiya rûniştinê kirin. Piştre daxuyaniyek da, di daxuyaniyê de hate gotin: “Ev meş meşa yekîtiya netewî bû. Astengkirina vê tê wateya astengkirina pêknehatina yekîtiya netewî. Çima YNK vê meşê asteng dike. Gelo di komploya li Zînî Wertê de tiliya we heye.”


Mijarên Din