Desthilatên Tirkiyê nehişt cenazeyê hunermend Mihemed Xazî derbasî Sûriyê bibe

Desthilatên dewleta Tirk nehişt malbata hunermend Mihemed Xelîl Xazî derbasî xaka Sûriyê bike, bi wê re malbatê cenaze li bajarokê Siruc ê Bakurê Kurdistanê veşart.

Çarşemê, 5’ê Tebaxê Mihemed Xelîl Xazî(91) bi nasnav Mihemed Dûman li nexweşxaneya dewleta Tirk a Enqereyê jiyana xwe ji dest da.

Îro desthilatên dewleta Tirk, nêzî dergeha Cerablus a sînorî, malbat cenazeyê hunermend Mihemed Xelîl Xazî yê ji Kobanê derbasî xaka Sûriyê bikin.

Desteya Çand û Hunerê ya herêma Firatê ragihand ku amade ye cenazeyê Mihemed Xelîl Xazî pêşwaz bike û li Kobanê veşêre, ew jî li gorî wesiyeta wî ya beriya wefatê. Lê desthilatên Tirkiyê nehişt cenaze derbas bibe.

Malbatê Xazî îro got dê cenazeyê li gundê Ziyaret Şêx Muslim ê bajarokê Sirucê yê Bakurê Kurdistanê veşêre.

Mihemed Dûman li rex hunermendê floklorî Baqî Xido bi hunera gelêrî û lêdana kemanê dihat nasîn.

Mihemed Xazî li ser vegerandina mîrasa gelê Kurd bi rêya parastina çîrokên Kurdan bi stranên xwe xebitî, jê strana Bêmal, Xemê Zalim, Dûman e, Binefşa Narîn.

(fr)

ANHA


Mijarên Din