‘Destkeftiyên gelê Kurd berhema berxwedana 14`ê Tîrmehê ne’

Şêniyên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê berxwedana 14’ê Tîrmehê ya di girtîgehên Tirkiyê de bi bîr anî û diyar kir ku destkeftiyên gelan li herêmê berhema wê berxwedanê ne.

Bi rasthatina salvegera 38`emîn a berxwedana 14’ê Tîrmehê ya di girtîgeha Amedê de ya Bakurê Kurdistanê, şêniyên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê şehîdên berxwedanê bi bîr anîn.

HELEB

Endamê Meclisa Giştî ya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) a bajarê Helebê Emîna Beyrem ji ajansa ANHA`yê re diyar kir ku dewleta Tirk di girtîgeha Amedê de li dijî berxwedêran hemû rêbazên îşkenceyê bi kar anîn, lê belê berxwedêran li ber xwe da û dirûşma "Berxwedan jiyan e" berz kir.

Emîna Beyrem şehîdên berxwedanê bi bîr anîn û got: "Destkeftiyên gelan ku bi dest xistine bi saya berxwedana 14`ê Tîrmehê ne, gelê Kurd slogana “Berxwedan jiyan e” ji xwe re esas girt, berxwedan û têkoşîna xwe berdewam kir, gelek serkeftin qezenc kirin, lewma gihaşt vê astê, li gel vê yekê ew ê bi rihê berxwedana pêşengên wekî  Hayrî Dumuş, Kemal Pîr, Elî Çîçek û Akîf Yilmaz li ber xwe bidin."

Têkildarî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Başûrê Kurdistanê Emîna Beyrem diyar kir ku dewleta Tirk dixwaze îradeya gelê Kurd bişikîne, lê dê ev yek pêk neyê û ji bo parastina xak û doza xwe ew ê bi rihê berxwedana girtîgehan li dijî artêşa Tirk bisekinin. Şoreşa 19’ê Tîrmehê berdewama berxwedana 14`ê Tîrmehê ye, ji ber çirûska yekemîn a şoreşê pê xist.

GIRKÊ LEGÊ

Li navçeya Girgê Legê ya kantona Qamişloyê jî bi dehan kes kom bûn û salvegera 14`ê Tîrmehê bi bîr anî. Meclisa navçeya Girkê Legê bi boneya 38`emîn a salvegera 14`ê Tîrmehê meşek li dar xist û bi dehan kes tev li meşê bûn.

(eh)

ANHA


Mijarên Din