Detayên dawî yên reşnivîsa belgeya siyasî ya partiyên Rojava tê danîn

Endamê Komîteya Têkiliyên Doplomasî yê Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê Dîlawer Zingî anî ziman ku wan di civîna li ge partiyên Kurd re reşnivîsa belgeya siyasî ya ji 25 bendan pêk tê nîqaş kirin û ji bo rengê dawî ya nexşerêya yekrêziya refa Kurdî guhertinên nû çêkirin.

Şaxê KNK-Rojava,  di 4’ê Tîrmehê de bi 28 partiyên kurdî re civiya bû. Civîn bi reşnivîsa siyasî ya bi armanca avakirina yekitiya Kurd bi encam bû. KNK- Rojava bi mebeseta nîqaşkirina reşnivîsê îro bi amadebûna 28 partiyên siyasî yên Kurdî civîneke li Daîreya Têkiliyên Derve ya li bajarê Qamişlo li dar xist.

Çavkaniyên di hundirê civînê de gotin, belgeya siyasî ji mekanîzmeya nexşerêya yekrêziya Kurdî û avakirina lêvegereke siyasî Kurdî li Rojava pêk tê.

Civîn ji çapemeniyê re girtî li dar ket. Endamê Komîteya Têkiliyên Doplomasî ya KNK‘ê Dîlawer Zingî piştî civînê daxuyaniyek ji çapemeniyê re parve kir. Dîlawer diyar kir ku di civînê de reşnivîsa siyasî ya ji 25 bendan pêk tê hatin nîqaşkirin û hin guhertin tê de çêkirin. Zingî der barê detayên van bendan de ti agahî neda.

Her wiha destnîşan kir ku dê hefteya bê de civîneke din li dar bixin û reşnivîsê nîqaş bikin da ku bighêjin rengê dawî yê reşnivîsê.

Dîlawer Zingî di dawiya axaftina xwe de got: "Piştî amadekirina reşnivîsa belgeya siyasî em ê an nêrînan bigirin, konferansekê an jî kongreyekê li dar bixin da ku nexşerêya derbasbûna qonaxa duyemîn a çalakiyên Kongreya Netewî ya der barê yekrêziya refa Kurdî bibin."

ANHA


Mijarên Din