​​​​​​​Dewleta dagirker gundên Girê Spî topbaran dikin

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê gundên Kor Hesen û Xirbet Beqer ên gundewarên Girê Spî ya dagirkirî topbaran dikin.

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wê êvara Çarşemê (îro) gundên Kor Hesen û Xirbet Beqer ên gundewarên rojavayê bajarê Girê Spî, bi moşek û topan topbaran dikin.

Topbaran berdewam e û derbarê ziyanan de ta niha tu agahî bi dest neketine.

ANHA


Mijarên Din