‘Dewleta ku çekên qedexekirî li dijî me bi kar tîne, nabe çavdêriya vê herêmê bike‘

Şêniyên gundewarên Minbicê bang li civaka navdewletî û Amerîkaya kirin ku fişarê li Tirkiyê bikin  da ku êrîşên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê rawestîne. Şêniyan goitn: "Dewleta ku çekên qedexekirî li dijî gelê me bi kar tîne, ne pêkan e çavdêriya vê herêmê bike."

Ji bo şermezarkirina êrîşên dagirkeriay Tirk û çeteyên wê û bêdengiya civaka navdewletî ya li hemberî van êrîşan Meclisa Yastê ya gundewarê Minbicê bi beşdaribûna şêniyên gundê Yastê û Heyê, daxuyanî dan.

Beşdaran alên Meclisa Leşkerî ya Minbicê, Hêzên Ewlekariya Hundirîn, Meclisa Malbatên Şehîdan, Partiya Sûriyê ya Pêşerojê, Meclisa Jinan a Minbicê û Gundewarên wê, alên ciwanan, wêne û belgeyên şehîdan û birîndarên ku bi encama êrîşên dewleta Tirk a faşîst û çeteyên wê yên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk hatine, hildan.

Piştî deqeyeke rêzgirtin hevserokê Meclisa Xeta Yastê Abdulbasit Hac Şiwêx daxuyanî xwend:

"Bi navê Meclisa Sivîl a Xeta Heyê û Yastê, bi daxuyaniyekê êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê, şermezar dikin.

Ji 9’ê vê Cotmehê ve rejîma Tirkiyê û çeteyên wê êrîşeke hovane ya bêbihane li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk tîne, tevahî çekên giran ji balafir û topavêjan bi kar tîne. Ji ber ku di salên borî de nikarî bi rêya propagandiya çapemeniyê û belvakirina teşîran ewlehî û aramiya herêmê têk biriba. Vê carê  bi hinceta avakirina herêma ewle ku di rastiya wê de guhartina demogafî ye, vejandina xewnên kevin ên avakirina dewleta Osmanî êrîşî herêmên Bakurê Sûriyê kir.. Her wiha jî rejîma Tirkiyê kaxiza vegerandina koçberan bi rêya çapemeniyê bi kar tîne ku armanca wê firehkirina dagirkirina xaka Sûriyê ye, wek çawa niha li Efrîn û tevahî herêmên ku rejîma Tirkiyê ji xaka Sûriyê dergir kirine.

Di 3 rojên piştî agirbesta ku di navbera QSD’ê û Tirkiyê ya bi navbeynkariya Amerîkayê pêk hatiye de, makîneya kuştinê ya Tirkiyê û çeteyên wê ji êrîşkirina leşkerî ya li dijî herêmên Sûriyê tevî pêkanîna hovîtirîn binpêkirinên bi mafên sivîlan de ranewestî. Di encamê de 17 şehîd di êrîşa bêserûber de di dema agirbestê de çêbûn. Her wiha jî hin birîndar bi şewatên xetere yên ku bi encamên bikaranîna çekên qedexekirî mîna fosfora spî û napalma şewatî, çêbûne.

QSD’ê bi tevahî pêkhateyên wê ji Ereb, Kurd, Çerkez, Tirkmen û Suryan  li şûna cîhanê şerê terora DAIŞ’ê kir. Em rêveberiya sivîl tu cudabûnê naxin navbera pêkhateyan wek  ku dewleta Tirk a dagirker îdîa û angaşt dike. Nîşaneya herî mezin jî, Rêveberiya Sivîl a ku herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi rê ve dibe, ji tevahî pêkhateyên gel pêk hatiye û bi yekdestî berê û niha jî bi QSDê re ne ku nahêlin xaka me bê dagirkirin.

Em teqezî li ser girîngiya diyaloga sûrî-sûrî da ku aloziya Sûriyê dûrî destwerdanên derve bê çareserkirin, dikin ku bigihîne Sûriyeyeke piralî ya demokratîk a nenavendî."

(fr)

ANHA


Mijarên Din