​​​​​​​Dewleta Tirk 8 aktîvîstên TJA’yê girtin

Dewleta Tirk 8 aktîvîstên din ên TJA’yê girtin. Jinên aktîvîst di operasyoneke qirkirina siyasî de hatibûn destgîrkirin.

Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê ya dewleta Tirk li dijî Tevgera Jinên Azad (TJA) lêpirsîn dabû destpêkirin. Di çarçoveya lêpirsînê de di 29’ê Mijdarê de der barê 50 jinan de biryara destgîrkirinê hat dayîn. Li Amed, Mûş, Agirî, Dîlok, Sêrt, Stenbol û Îzmîr di nav de li 14 bajaran di serdegirtinên malan de 20 jin hatine destgîrkirin.

Piştî 4 rojan kar û barên îfadeyên jinan li Midûriyeta Polîsan a Enqereyê bi dawî bû û îro anîn Edliyeya Enqereyê.

Dozgeriyê Fîgen Aras, Fîgen Ektî, Mekiye Ormanci, Bedîa Akkaya, Dîdar Çeşme, Hatîce Gungor, Hulya Kinagû û Gulistan Dehşet ên bi îdiaya “rêveberiya rêxistinê” û “li ser navê rêxistinê xebat kirin” îfadeyên wan wergirtin, bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatin kirin.

Yelîz Ayyildiz Kiyak, Hulya Taşar, Zekiye Guler, Zeynep Boga, Sûltan Esen, Meral Şîmşek, D.A. û Hazal Aras, Merve Tekîn Demîrel, Aysel Ceylan, Berîtan Canyaş, Tamcîhan Çelebî û Hatîce Ay a ji Amedê bi SEGBÎS’ê îfade da bi şertê girtîgeha malê hatin berdan.


Mijarên Din