Dewleta Tirk a dagirker bi awayekî sîstematîk gundên Eyn Îsa wêran dike

Topbaran dewleta Tirk a dagirker ku ev 3 meh in bê navber li ser navçeya Eyn Îsa dewam dike, gelek gundên li ser rêya M4 wêran kirin.

Dewleta Tirk a dariker di êrişên li dijî navçeyê de cureyên çekên giran ên weke hawan, topavêja 57, tank û mûşekên ji cureyên "T-22CNRA" bi kar tîne. Li gorî agahiyên ku nûçegihanê me belge kirine, dewleta Tirk a dagirker di navbera 23`ê Cotmehê borî heta 24`ê Sibata îsal de, 18 dever li Eyn Îsayê topbaran kirine. 

https://www.hawarnews.com/ar/uploads/files/2021/03/04/071744_2021-3-3-eyn-isa-gunden-talankiri-28429.jpg

Meclisa Kantona Girê Spî destnîşan kir ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê bi awayekî zanabûn 6 gundên li ser rêya M4 wêran kirin. 

Cîgirê Hevserokê Kantona Girê Spî Sebrî Nebo jî ji di axaftineke xwe ya bi ajansa me re diyar kir ku di mehên derbasbûyî de gundên biçûk bi awayekî hovane rastî bi sedan hawanên dewleta Tirk hatin û wiha domand:" Di gund de tu dîwar neman û nebûn armanca dewleta Tirk a dagirker."

Nebo da zanîn ku şêniyên gundê Seyda, Mielek, Xalidiyê, Mişêrfê, Hoşan û Cehbel ên gundewarên navçeya Eyn Îsayê û gelek gundên rojavayê kantona Girê Spî ji ber êrişên dagirkeriya Tirk ji warê xwe koçber bûne.

Her wiha bi dehan malbatên ku ji  gundên xwe derketine koçberî kampa Til Semin a  başûrê navçeya Eyn Îsa bûne û hinek malbat jî koçberî bajarê Reqayê bûne.

https://www.hawarnews.com/ar/uploads/files/2021/03/04/071806_2021-3-3-eyn-isa-gunden-talankiri-28229.jpeg

Meclisa Katnonê bang li komîteya navneteweyî kir ku rastiyan bişopîne, rêxistinên mafên mirovên mirovan jî serdana herêmên ku ji aliyê dewleta Tirk ve rastî sûcan tên bike û çavên xwe li ser sûcên dewleta Tirk a dagirker li dijî sivîlan pêk tîne negirin.

Beriya niha jî Rêveberiya Xweser bang li dewletên garantor DYA`yê û Rûsyayê kiribû ku bi  rola xwe rabin û sûcên artêşa Tirk a dagirker bisekinînin.

Dewleta Tirk a dagirker di 9`ê meha Cotmeha 2019`an de  herêmên Serêkaniyê û Girê Spî yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dagir kiribû.

BÊDENGIYA RÛSYAYÊ

Dema navçeya Eyn Îsayê rastî êrişên artêşa Tirk a dagirker hat, Meclisa Leşkerî ya Kantona Girê Spî bi daxuyaniyekê bêdengiya Rûsya û bêdengiya hêzên hikumeta Şamê ya li ser xetên şer rexne kir û diyar kiribû ku tevî ku hikumeta Rûsyayê garantiya parastina herêmê û agirbestê dike, lê dîsa jî şer berdewam dike.

Têkildarî vê yekê bi sedan şêniyên navçeyê li pêşiya baregeha Rûsyayê protosto kirin û bang li hêzên Rûsyayê û artêşa hikumeta Şamê kir ku êrişên artêşa Tirk bisekinîn.

ANHA


Mijarên Din