Dewleta Tirk a dagirker di meha havînê de bi av û agir bereyeke nû li dijî gelê Sûriye vekir

Dewleta Tirk a dagirker careke din çeka "Avê  û agir" li dijî şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi kar tîne.

Piştî 4 salan cara duwemîne ku dewleta Tirk a dagirker asta ava çemê Firatê bi rêjeya ji sedî 60 li ser Sûriyê kêm kir.

Ava çemê Firatê ji bo milyonan şêniyên herêma Firatê ya Bakurê Sûriyê û herêmên din ên mîna Reqa û Dêrazorê reha jiyanê ye. Her wiha ava vexwarinê dide duyemîn mezintirîn bajarê Helebê.

KÊMBÛNA ASTA AVÊ ÇEMÊ FIRATÊ ÇANDINÎ Û ÇÊKIRINA KEHREBÊ DIXE XETERIYÊ

Çemê Firatê avê dide deştên li dirêjaiya hewza Firatê ya bakurê rojhilatê Sûriyê.  Li gorî komîte û desteyên çandiniyê yên herêmê firehiya rêjeya ku bi genim, darên mêweyan û baxçeyan hatiye çandin, derdora 400 hezar hektar e.

Hevseroka Meclisa Navçeya Qenaya ya rojavayê kantona Kobanê Sûad Dumer gotf: “Dewleta Tirk bi zanebûn asta ava çem kêm dike. Ev yek gefê li berhema xwecihî ya zebzeyan ên li dirêjahiya qiraxa çem hatine çandin dixwe. Ku  berhem dide herêmên din ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê."

Di heman demê de kêmbûna asta avê metirsiyên qutbûna kehrebê zêde dike ku dê rojane zêdeyî 12 saetan kehrebe qut bibe. Tirkiye di sanyeyekî de bi rêjeya 200 mître kabik avê berdide. Ev yek peymana sala 1987 a di navbera Şam û Enqere de hatibû îmzekirin, binpê dike.

JI BER TOPBARANA TIRKIYÊ 80 HEKTAR ZEVIYÊN ÇANDINIYÊ BÛN XWELÎ

Îsal cardin şewitandina zeviyan dûbare dibe. Roja Yekşem û Duşemê  ji ber topbarana dewleta Tirk a dagirker derdora 80 hekar zeviyên çandiniyê yên gundên rojavayê kantona Kobanê şewitîn. Leşkerên dagirkeriyê ji  bajarê Cerablusê ku dagir kirine bi zanebûn guleyan ber bi qiraxê rojhilat ê çemê Firatê diavêjin.

Rojên Yekşem û Duşemê yên borî çeteyên bi navê "Mertala Firatê" yên ku desteka xwe ji Tirkiyê digirin zeviyên genim ên deşta Bûrazê şewitandin.

Sûad Dumer di dawiya axaftina xwe de got: “Kêmbûna avê û hedefgirtina zeviyên çandiniyê çeka Tirkiyê ku li pêşiya çavê cîhana bêdeng bi kar tîne. Kiryarên Tirkiyê li dijî qanûn û belgeyên navnetewî ne. Gelo tiştekî aqilane ye ku di du hefteyan de asta avê 2 km kêm bibe. Ev kiryar dê karesekê ji beşek mezin a xelkê Sûriyê re çêbike. Divê civaka navdewletî sînorekî ji binpêkirinên dewleta Tirk re deyne."

ANHA


Mijarên Din