Dewleta Tirk a dagirker genimê depoya El-Sexrat didize û dibe Tirkiyê

Çavkaniyên ji herêmên bakurê Sûriyê yên dagirkirî da zanîn ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê genimê di depoya El-Sexrat a Girê Spî de didizin û dişînin Tirkiyê.

Çavkanî diyar kir ku dewleta Tirk duh genimê ji bo şêniyên herêmê hatibû eyarkirin, dizî û bi kamyonên mezin şandin hundirê Tirkiyê.

Depoya El-Sexrat 10 km dûrî gundê Şergirakê yê kantona Girê Spî yê dagirkirî ye û dikare heta 10 hezar ton rake.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê, ev ne cara yekê ye ku diziyê dikin, lê beriya çend mehan di demeke ku şêniyên li herêmên dagirkirî mane ji bo kêmbûna nan û rewşa jiyanî gelek azar didîtin de, genimê depoya El-Dehlîz jî dizîbû û biribûn Tirkiyê.

ANHA


Mijarên Din