Dewleta Tirk a dagirker li ber çavên wan agir bi zeviyan dixe

Zeviyên ku di encama gelek ked û zexmetî de hatine çandin niha dibin qurbaniya kiryarên hovane yên artêşa faşîst a Erdogan û çeteyên wî. Koçbera gundê Xirbet Beger bi navê Xatûn dema ji dûr ve li agirê ku bi zeviya wê xistine temaşe dike, got: “Ez nikarim şêwata zeviya xwe vemirînim.”

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wê bi awayekî eşkere agir bi zeviyên şêniyên gundewarên Eyn Îsa û gundewarên rojavayê Girê Spî dixin. Şêniyan amadekariya hildana zeviyan dikirin, lê dagirker dîsa mal û milkên sivîlan dikin hedef. Beriya salekê ku di encama kiryarên şaneyên veşartî yên DAIŞ’ê de bi hezaran donûmên gel şewitîn, niha jî heman kiryarî dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê dikin.

Şêniyên gundê Bîrzinar ku dikeve rojavayê Girê Spî bi awayekî xemgîn şewata zeviyên xwe temaşe dikin. Şêniyan xemgîniya xwe wiha parve kirin.

‘ME BI ZEHMETÎ ZEVIYÊN XWE ÇANDIN, NIHA DI BIN XETERIYÊ DE NE’

Farûq Hecî Mihemed diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê çav berdane rizqê wan û got: “Kefîfê, Xirbet Geber, Solan, Erîdê, Umuthur hatine şewitandin û tiştek di zeviyan de nema ye. Di navbera me û şewatê de 3 km heye. Em ditirsin ku ew şêwat bi ser me de were. Xeterî li ser zeviyên me heye. Her şêniyek gund nêzî 100-200 donim erd çandine. Ji ber êrişên hovane em di xeteriyê de ne. Hewl didin ku me hemûyan qetil bikin, nebe jî me koçber bikin. Me gelekî bi zehmetî erdê xwe çand û di carekê de dewleta dagirker  agir berdide zeviyên me. Em dixwazin êdî dewleta Tirk ji axa me derkeve, em wan kiryarên hovane qebûl nakin. Êrişî gundê me jî dikin, di dema êrişan de ji bo em xwe ji moşekan biparêzin di mal de xwe vedişêrin. Em dixwazin di aramiyê de zeviyên xwe rakin.”

‘EZ LI ŞEWATA ZEVIYA XWE DINÊRIM Û NIKARIM VEMIRÎNIN’

Xatûn Xelîl Ibrahîm jî ji ber êrişên dewleta Tirk a dagirker neçar maye ku ji gundê Xirbet Beger yê girêdayî rojavaye Girê Spî, koçberî gundê Bîrzinar bibe. Zeviya Xatûnê li ber çavê wê dişewite, Xatûnê êşa ku dikşîne wiha parve: “Ji bo tunekirin û sekinandina jiyana me mal û milkên me didin ber agir. Ez ji dûr ve li erdê xwe yê ku tê şewitandin temaşe dikim. Agir bi 2 hezar donimên  me ketiye, lê em nikarin agir vemirînin.  Mala min û lawê min teqandin. Tenê daxwaza me ew e ku em dîsa vegerin warên xwe û di nav aramiyê de bijîn. Em naxwazin ku dagirkerî li ser axa me bijî. Em koçber bûn, lê ji topbaranê xilas nebûne.”

ANHA


Mijarên Din