Dewleta Tirk a dagirker êrişên xwe li ser Eyn Îsayê zêde kirin

Piştî salek ji dagirkirina bajarên Girê Spî û Serêkaniyê, koçberkirina şêniyên resen û bicihkirina kesên biyanî li malên wan dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê, êrişên xwe li ser navçeya Eyn Îsayê girantir kirin.

Salek di ser dagirkirina dewleta Tirk û çeteyên wê ya li bajarê Girê Spî û Serêkaniyê re derbas bû. Dagirker di nava bêdengiya Rûsyayê de ya ku peymana agirbest bi Tirkiyê îmze kirine dest bi êrişên xwe yên li ser navçeya Eyn Îsayê û gundên rojavayê Girê Spî kirin.

ÊRIŞÊN TIRKIYÊ Û AJANTIYA HIKUMETÊ

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê di 4'ê Cotmeha borî de, bi çekên giran êrişî gundê Korhesen ê dikeve rojavayê bajarê Girê Spî yê dagirkirî kir. Gelek top li gund û derdora wê ketin.

Di salvegera dagirkirina Girê Spî û Serêkaniyê de, çeteyên dewleta Tirk bi çekên giran nuqteyên hêzên hikumetê yên li gundê Seruncik ê rojavayê Girê Spî kir.

Hêzên hikumetê li gorî peymana Rûsya-Tirkiyê li xeta sînor û dirêjiya rêya M4 belav bûn jî ji aliyê dewleta Tirk ve têne topbarankirin, lê tevî vê yekê endamên hêzên hikumetê hewl didin bi rêya şaneyên xwe îstîxbaratê fitneyê belav bikin û şêniyan li dijî Rêveberiya Xweser sor bikin.

Di vê çarçoveyê de hêzên ewlekariyê yên navçeya Eyn Îsayê şaneyeke îstîxbaratê ya girêdayî hikumeta Şamê ku ji 3 kesan pêk dihat girtin.

Li gorî mikurhatinên endamên şaneyê, erka wan fitneyê belav bikin û şêniyan li dijî Rêveberiya Xweser û hêzên ewlehiya navçeyê sor bikin û li gorî Hêzên ewlekariya navçeyê, şaneyê her wiha agahiyên li ser nuqte û tevgerên leşkerî yên Hêzên Sûriya Demokratîk didan şaxên ewlehiyê yên hikumetê yên li Hema û Şamê.

ÊRIŞ DOMDAR IN

16'ê Cotmehê, çeteyên careke din êrişî navenda navçeya Eyn Îsa û kampê wê kir, her wiha gundên Xalidiyê, Hoşan, Ebû Sira û rêya M4 dan ber topan, di encamê de zarokê bi navê Hatim Hazim ê 13 salî şehîd bû. Dîsa gundê Seyda, bajarokê Ebû Sira yê rojavayê navçeyê, gundên Sufiyan Xirbetbeger, Korhesen Silîp, Huriyê, Bîrereb û Cirin ên dikevin rojavayê Girê Spî bi top û fûzeyan topbaran kirin. Armanca dagirkeran ji van êrişan gundan û navenda navçeyê ji şêniyên wê koçber bibin.

Roja din navenda navçeya Eyn Îsa û gundê Seyda careke din bi çekên giran topbaran kirin.

Li aliyekî din jî sivîlên di rêya M4 re derbas dibin têne armanckirin, di encamê de welatiyê bi navê Ehmed Elî Cûma (30) birîndar bû û ew rakirin nexweşxaneyên bajarê Reqayê, hate gotin ku rewşa wî xeter e.

HEWLDANA KETINA NAVÇEYÊ HATE TÊKBIRIN

Çeteyan li aliyê bakurê rojhilatê navçeyê êrişên bejahî birin ser gundê Fatsa. Şervanên QSD'ê êriş şikandin û baregeha artêşa dagirker a li nêzî herêmên şer şewitandin.

Li gorî daxuyaniya Navenda Ragihandinê ya QSD'ê di wî şerî de bi kêmanî 10 çete hatin kuştin û 2 endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn a navçeya Eyn Îsayê ji ber topbarana li ser navenda navçeyê birîndar bûn.

Fermandarê Meclisa Leşkerî ya Girê Spî Riyad El-Xelef êrişên domdar ên Tirkiyê yên li ser gundên kantona Girê Spî ku di encamê de 2 sivîlan jiyana xwe ji dest da şermezar kirin û diyar kir ku dewleta Tirk peymana agirbestê binpê dike.

Şêniyên navçeya Eyn Îsayê jî li dijî êrişên rojane, daketin qadan û bêdengiya civaka navnetewî ya li hemberî van êrişan şermezar kir.

24'ê Cotmehê, çeteyan careke din bi çekên giran êrişî gundên Hoşan, Xalidiyê û Xwaringeha Seqir ên rojavayê navçeya Eyn Îsayê kirin.

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê hewl dan ber bi gundê Xalidiyê û rêya M4 bi pêşkevin, li ser bersivdayîna QSD'ê şer rû da. Di encamê de gelek çete hatin kuştin û birîndar bûn.

Ji fermandarên QSD'ê yên li eniyên navçeya Eyn Îsayê Ezîz Xerbîsan gotibû, artêşa Tirk a dagirker hewl da ji gundê Seyda yê bakurê rojhilatê navçeyê yê li milê rêya M4 û ji rojavayê kampa Girê Spî bikeve navenda navçeyê. Her wiha diyar kiribû ku dagirkeran di êrişî de zêdeyî 50 endamên xwe bi kar anîn.

DAIŞ LI SERÊKANIYÊ HATE DÎTIN

Di dîmenên çalakiyeke li Serêkaniyê ya dagirkirî ya li djiî Fransayê de ku 25'ê Cotmehê de pêk hatibû, ala çeteyên DAIŞ'ê eşkere hate dîtin.

Ajansa me demek berê navên çeteyên DAIŞ'ê yên li rex çeteyên dewleta Tirk di êrişên li ser Serêkaniyê  û Girê Spî de şer kirin, weşandin.

MECLISA KANTONA GIRÊ SPÎ HIŞYARIYA PÊLEK NÛ YA KOÇBERIYÊ DA

Ji ber topbarana çeteyan ên li ser gundên navborî, 30'yê Cotmehê, tevgereke koçberiyê ber bi kampa koçberên Girê Spî ya li gundê Til Semir ê başûrê Reqayê ve çêbû.

Çeteyan bi fûze û obusan êrişî gundên Dibis ê rojavayê Eyn Îsa û Kopirlik ên rojavayê Girê Spî kirin.

Li ser vê yekê cîgirê hevserokatiya Meclisa Kantona Girê Spî Hezai Mihemed hişyariya pêleke koçberiyê da heger êrişên li ser gundên Girê Spî bidome. Mihemed her wiha bang li civaka navnetewî û Rûsyaya "Garantor" kir ku zextê li Tirkiyê bike da ku rê neyê dayîn ku trajîdiyeke din dûbare nebe.

Axaftina Hezai Mihemed piştî êrişên domdar ên Tirkiyê û çeteyê wê û hewldanên wan ên ketina navçeyê hatin. Nemaze li gel peymana girbestê û dirêjkirina qanûna awarte ya ku DYA'ê beriya salekê ji bo Sûriyê ragihandinbû.

Hêjaya bi bîrxistinê ye ku hejmara şêniyên kantona Girê Spî yên ku piştî dagirkirinê katonê koçber bûne gihaşte 100 hezarî û di rewşên madî û jiyanî yên dijwar re derbas dibin.

LI DERDORA RÊYA M4 BAREGEHÊN LEŞKERÎ

Artêşa Tirk a dagirker li gundê Şirgirakê 8 baregehên leşkerî ava kirin û gelek nuqteyên çeteyan jî hene. Ji van nuqteyan rasterast êrişî jîngehên sivîlan dikin.

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê êrişên xwe li ser gundên navçeya Eyn Îsa û Girê Soî di meha Mijdarê de dewam kir. Di roja yekemîn a êrişê de gundê Fatsa yê rojavayê Eyn Îsayê da ber topan. Her wiha gundê Pîrkitik ê dikeve rojavayê Girê Spî bi çekên giran êriş kirin.

Di 7'ê Mijdarê de, artêşa Tirk nuqteyên hêzên hikumeta Şamê yên li derdora gundê Qizelî yê rojavayê Girê Sp kirin armanc. Her wiha topbarana li derdora navçeya Eyn Îsa û kampa wê, gundê Seyda yê bakurê wê û rêya M4 berdewam kir.

10'ê Mijdarê de, arêtşa Tirk a dagirker û çeteyên wê bi çekên giran gundên Ebdikê ya biçûk ê rojavayê Girê Spî ku sivîl lê hene topbaran kir. Di 12'ê heman mehê de êrişên li ser gundên Qizelî, Erîda, Korhesen û Silîp berdewam kir. Di encama van êrişan de leşkerekî hikumeta Şamê birîndar bû.

Di rojên dawî de balafirên li ser navçeya Eyn Îsayê û gundên wan digerin.

BÊDENGIYA RÛSYA Û AMERÎKAYÊ

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê diyar kir ku êrişên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê di mercên pir girîng û hestiyar de pêk tên û bi biryar û bangewaziya navneteweyî ya rawestandina şer li tevahî cîhanî ji ber vîrusa koronayê û lihevkirina agirbestê ya Amerîka-Tirkiyê û Rûsya-Tirkiyê tên kirin.

Tevî van lihevkirinan, Rûsya û Amerîka li hemberî êrişên dagirkeran li dijî sivîlan bêdeng in.

(bb)

ANHA


Mijarên Din