Dewleta Tirk a dagirker rêya DAIŞ’ê di şopîne

Xeteriya destwerdana dewleta Tirk di Sûriyê de û dagirkirina parçeyên ji bakurê Sûriyê, bi rêjeyeke mezin dişibihin senaryoyên ku DAIŞ`ê li Sûriyê dane meşandin. Piştî bidawîbûna DAIŞ`ê, xuya ye ku xeteriya Tirkiyê jî ne kêmî xeteriya çeteyên DAIŞ`ê ye.

Di ser têkbirina çeteyên DAIŞ`ê de, salek derbas bû. Hêzên Sûriye Demokratîk (QSD) çeteyên DAIŞ`ê di cihên wan ê herî dawî, li bajarokê Baxozê yê rojhilatê Sûriyê tune kir û serkeftina li dijî wan di 23`ê Adara sala 2019’dan de ragihand.

Gel û pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê heta roja îro girîngiyeke mezin didin vê serkeftinê ku heta 5 salan şerê DAIŞ`ê dihat kirin û ji ber vê şerî zêdetirî 11 hezar şehîd û bi du qatê wan birîndar hatin dayîn û zerarek madî ya mezin pêk hat.

Ji sala 2014`an ve çeteyên DAIŞ`ê êrişî herêmên Bakur û Rojhilat Sûriyê ku Rêveberiya Xweser bi rêve dibe, kir. Lê belê berxwedana gel ev êriş têk birin û destpêka sala 2015`an serkeftina mezin li dijî çeteyan li Kobanê pêk hat. Vê serkeftinê bandoreke mezin li çeteyan kir ku piştî wê ji ber binketina li hemberî YPG, YPJ`ê û pêngavên ku QSD`ê bi hevkariya Koalisyona Navneteweyî ji bo rizgarkirina herêmê daye destpêkirin, paşve vekişîn.

Di salên dawî de, cîhanê xeteriya DAIŞ`ê di têkbirina ewlehî û istîqraa li herêmê û tevahî cîhanê de dît. Tevî ku hebûna DAIŞ`ê li Sûriye û Iraqê sînordar bû, lê belê êrişên terorî li gelek dewletên cîhanê pêk dianîn.

DAİŞ, li herêmên ku dagirkiribû de, bi armanca tirsandina xelkê şêwazên kuştinê yên herî xirab pêk anîn. Her wiha fikrên radîkal û şêwazên nû yên jiyanê li herêmên ku dagirkirine belav dikirin da ku bingeha radîkalbûn û terorê li herêmê ava bike.

Li seranserê cîhanê, rêze êrişên terorî yên DAIŞ`ê yên wek; teqîn, gulereşandin û êrişa bi erebeyan li bajarên Fransa, Birîtaniya û hwd..pêk hatin. Vê yekê teqez kir ku êdî DAIŞ li ser tevahî cîhanê gef e.

Piştî salekê ji serkeftina li dijî DAIŞ`ê ku herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê amadekariyên pîrozkirina salvegera yekemîn ya binkeftina DAIŞ`ê dikin, tevî ku gefa şaneyên veşartî yên DAIŞ`ê û fikrê radîkal bi dawî ne bûye jî, xuya ye ku ev teror êdî ne di wê asta bilind de ye.

Her wiha xeteriyeke nû li asoyan diyar dibe û bi senaryoyên ku heta rêjeyeke mezin dişibihin senaryoyên ku DAIŞ bi rêya wan li Sûriyê derketiye pêş.

TIRKIYE ŞÛNA DAIŞ`Ê DIGIRE

Di sala 2016`an de dewleta Tirk dest bi dagirkirina raseterast ya Sûriyê kir ku beriya wê tenê bi rêya sînor piştgiriya siyasî û leşkerî da çeteyên DAIŞ`ê û komên bi navê "Opozîsyona Sûriyê" .

Wê demê dewleta Tirk piştî şanoyekî têkçûyî ku bi qutkirina riyan û guhertina cilan dest pê kir, bajarên Cerasbilus û Babê dagir kir. Li her du bajarên navborî û bajarê Ezazê ku berê jî komên çeteyên bi navê “Artêşa Azad” lê hebûn, dewleta Tirk şûna DAIŞ`ê girt.

Li herêmên ku Tirkiyê dagir kirine, komên çete ku tenê bi nav, cil û alan ji DAIŞ`ê cuda bûn, hatin bi cihkirin. Di aloziya Sûriyê de sembol ne girîng bûn, ji ber ku her rojê komên çekdar navek li xwe dikirin.

Piştî demeke kin, dewleta Tirk êrişî bajarê Efrînê kir û dagir kir.

Li Efrînê hêza QSD`ê hebû, ku çeteyên DAIŞ`ê yên di nava lîsteya terorê ya cîhanê de ji aliyê QSD’ê ve hatin tasfiyekirin û Efrîn ji destê DAÎŞ’ê rizgarkirin.

Her wiha Tirkiye ku dixwest Idlibê kontrol bike wekî dewleteke garanator derbasî wê dere bû.  Armanca dewleta Tirk parastina bermahiyên DAIŞ`ê, rêxistina Qaîde, Cebhet El-Nusra û komên radîkal ên din wekî Partiya Îslamî ya Turkistanî bû.

Bi vî awayî, tiştê ku DAIŞ`ê nikarîbû bike dewleta Tirk kir û korîdorek ji Cerasbilusê heta Babê di hundirê erdên Sûriyê de vekir ku bi hezaran çeteyên xwedî fikrên radîkal anku şêwazê çeteyan wek tê xwestin, tê de bûn.

Ev yek tenê parçeyekî plana Tirkiyê bû. Xuya bû ku fermandarên Tirkiyê dixwazin xeta li seranserê sînor ya di bin kontrola xwe de berfireh bikin. Ji ber vê yekê dewleta Tirk êrişeke din li dijî herêmên Serêkaniyê û Girê Spî yên bakurê Sûriyê da destpêkirin û bi hezaran çeteyên radîkal tevî bi sedan endamên berê yên DAIŞ`ê, derbasî herêmê kir. 

Li vê derê em hewldanên çeteyên DAIŞ`ê yên bidestxistina Serêkaniyê piştî ku Girê Spî dagir kir, bi bîr dixin. Her wiha DAIŞ`ê hewl da ku Kobanê jî bi dest bixe lê belê negihîşt armanca xwe. Niha jî dewleta Tirk tiştê ku DAIŞ`ê nikarî bike, temam dike.

HEBÛNA TIRKIYÊ Û XETERIYA MEZIN!

Dewleta Tirk herêmeke berfireh ji erdên Sûriyê dagir kiriye, ev yek gefan li ser yekitiya xak û gelê Sûriyê ava dike. Bê guman Tirkiye ku bi deh hezaran çeteyên radîkal ve herêmê kontrol dike, dê istîqrar û aramiyê ji herêmê re neyne. Ti ferq û cudahiya jiyana li herêmên di bin dagirkeriya dewleta Tirk de ji jiyana di serdema DAIŞ`ê de tune ye. Li vir pirseke din xwe dide der; gelo dê hebûna çeteyan li herêmên ku Tirkiyê dagir kirine de sînordar bimîne yan dê bi piştgiriya Tirkiyê hewl bidin li herêmên din belav bibin û dagir bikin?

Diyar e, heta niha kiryarên Tirkiyê li Sûriyê destpêka xeteriyeke nû ye ku ne kêmî xeteriya DAIŞ`ê ye. Pirseke din li vir derdikeve; dê plana dewleta Tirk a nû bandorê li çend dewletan bike ?

Di heman demê de em îşartê bi siyasetên dewleta Tirk li Lîbyayê û şandina bi hezaran çeteyan ji bo wê welatê ereban dikin.

Tu cudahî di navbera van hemû komên radîkal de  tune ye. Xuya ye ku bi dewamkirina pêkanîna Tirkiyê ji planên xwe, herêm ber bi aşîtiyeke mayînde ve naçe.

(cx)

ANHA


Mijarên Din