Dewleta Tirk amadekariyên leşkerî li ser sînorê Girê Spî zêde kirin

Duh li ser sînorê Tirkiye-Sûriyê li hember bajarê Girê Spî tevgerên artêşa Tirk û li rexê jî zêdekirina alavên leşkerî û leşkeran zêde bûn.

Tevgerên Tirkiyê li hember bajarê Girê Spî bi awayekî eşkere berdewam in. Nûçegihanên ajansa me ANHA’yê ji bajarê Girê Spî ragihand ku şevê berê tevgerên Tirkiyê li ser sînor zêde bûn.

Nûçegihanan ku agahiyên xwe dispêrin çavkaniyên ji hundirê Tirkiyê, diyar kir ku artêşa Tirk alavên leşkerî yên mezin anîne navçeya Axçeqele ya Rihayê yê li hember bajarê Girê Spî.

Li aliyekî din jî, amadekariyên leşkerî li hember rojavayê gundên Girê Spî (Bexdik, Selîb, Qeran û Til Fender) û gundê Mişrife El-Ezo yê li ser sînorê rojhilatê Girê Spê yê bi ser navçeya Silokê ve zêde kirin.

Çavkaniyên taybet ji ajansa ANHA’yê re bi bîr xist ku artêşa Tirkiyê li cihê kampa ku welatiyên Sûriyê tê de bûn û piştre ew rakir ê li hember bajarê Girê Spî topavêjên giran danîne.

Ji aliyekî din ve li gor nûçegihanên ajansa ANHA’yê, ji nuqteyên çeteyên girêdayî dewleta Tirk ve li derdora bajarê Cerablusê yê dagirkirî duh gule ber bi herêmên li rojhilatê çemê Fratê ve avêtin.

Ev rûdan der barê gefên Tirkiyê yên êrîşên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de hatin.

Şênî herikîn kolanan bi sedan ber bi sînorê Sûriyê Tirkiyê ve çûn û dest bi çalakiyên xwepêşandê li kantonên Kobanê û Girê Spî li dijî gefên Tirkiyê û tekeziya bijarteya berxwedanê li hemberê kir.

(fr)

ANHA


Mijarên Din