Dewleta Tirk bi israr e Sûriyê dagir bike... çekên giran ji Sûriyê venakişîne

Wezareta Parastinê ya Tirkiyê îdia kir ku çekên giran ji nuqteyên çavdêriyê venakişîne ku Rûsyayê bi piştevaniya terorîstan tawanbar kiribûn.

Wezareta Parastinê ya Tirkiyê ragihand ku çekên giran ji nuqteyên çavdêriyê yên li herêma Idlibê venakişîne, her wiha bi bîr xist ku dan û standinên bi Rûsyayê re der barê lihevkirina li vê xakê bi şêweyekî baş derbas dibin.

Wezaretê wiha domand: "Nuqteyên çavdêriyê yên girêdayî me li Idlibê erkên xwe pêk tînin û tu axaftin der barê vekişandina çekên giran ji wan nuqteyan tune ne."

Di 5’ê Adarê de serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn û serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan der barê gelek biryaran de li hev kir, her wiha got ku ev biryar ji bo kêmkirina nakokiya li Idlibê ye. Li aliyekî din jî agirbest ji saet 00:01’ê 6’ê Adarê de kete meriyetê û korîdoreke ewle bi rûbera diyarkirî li ser rêya M4 hat avakirin.

Nûnerê Rûsyayê yê NY’yê Vasily Nebenzia di 29’ê Sibata 2019’an de artêşa Tirk a dagirker bi piştevaniya terorîstan ji nuqteyên çavdêriyê yên Tirkiyê tawanbar kir û wiha gotibû: "Rejîma Tirkiyê nuqteyên çavdêriyê yên li xaka Sûriyê vegerandine odeyên operasyonên piştevaniya rêxistinên terorîst."

(fr)


Mijarên Din