Dewleta Tirk çeteyên li Lîbyayê tên kuştin wek qurbaniyên teqînên li Efrînê radigihîne

Artêşa Tirk a dagirker cenazeyên çeteyên li Lîbyayê têne kuştin, dişîne bajarê Efrînê yê dagirkirî û li şûna cenazeyan veşêre, wan dixe sarincan da ku paşê çeteyan wek qurbaniyên teqînên li Efrînê ragihîne.

Dewleta Tirk a dagirker bi çeteyên li kantona Efrînê û herêmên dagirkirî re siyaseteke nû bi kar tîne û çavkaniyan diyar kir ku dagirker çeteyên li Lîbyayê têne kuştin, wek qurbaniyên teqînên li Efrînê nîşan dide û bi vê yekê hem Rêveberiya Xweser tawanbar dike û hem jî hejmara kuştiyên li Lîbyayê vedişêre.

Çavkaniyan daxuyand ku dewleta Tirk cenazeyên çeteyên ‘Lîwaa Semerqend’ ji Lîbyayê tîne kantona Efrînê, li şûna wan bispêre axê, wan dixe sarincan û paşê dema li herêmên kantonê teqînan pêk bîne, îdia bike ku ev di teqînê de hatine kuştin û bi vê yekê Rêveberiya Xweser tawanbar dike û ev jî rêbazeke veşartina binketinên li Lîbyayê ye.

Çavkaniyan hejmara kuştiyên cara yekemîn ragihand û got 6 çete ne, li gel vê yekê hate îdiakirin ku ew di 28’ê Nîsana derbasbûyî de di encama teqîna li ser rêya Racoyê de hatine kuştin. Cenazeyên 11 çeteyên Lîwaa Semerqend hîn jî di sarincan de ne.

Çavkaniyan ragihand ku dagirker vê şawazê ji bo veşartina binketinên xwe yên li Lîbyayê, çeteyan teşwîq bike ku xizmeta Tirkiyê bikin û biçin Lîbyayê şer bikin, bi kar tîne.

)eh(

ANHA


Mijarên Din