Dewleta Tirk û çeteyên wê ev 3 roj in Eyn Îsayê topbaran dike

21’ê Cotmehê dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê hewl dan ku Eyn Îsayê dagir bikin, êrişên wan hatin şikandin û vekişiyan lê bi obûs û topên giran gundewarên sîvîlan dikin hedef. Mal û warên şêniyan ji ber topbaranê zirar dît, şênî ji ber van êrişan bifikar in.    

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê, 21’ê Cotmehê de xwestin bi êrişên xwe Eyn Îsayê dagir bikin, şervanan bi parastina rewa bersiva êrişên hewldana dagirkeriyê da û êriş şikandin. Di hewldana dagirkeriyê de tu ziyana canî çênebû. Lê belê dagirker ji ber vê şikestina xwe berê lûleyên topxaneyên xwe zivirandin warnişînên şêniyan û ev 3 roj in, dewleta tirk û çeteyên xwe gundewaran bombebaran dikin.  

Di encama êrişan de zirar bi xanîyên gundiyan ket, li gundê Ebû Sirê ji ber topbarana obûs û hawanan stûnên kehrebayê hilweşiyan. Ji ber bombebaranê de rêyan hatinûçûna sîvîlan xira bû. 

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ligel Eyn Îsayê gundewarên Girê Spî jî bi awayekî dijwar bombe kirin. Li gundê Cirina bi ser Girê Spî guleya topekê li hewşa mala şêniyê bi navê Mihemed ket û traktor û amûrên wî yên cotyarîyê hilweşîyan.

Mihemed behsa dema êrişê kir, bal kişand ku ji ber êrişê zarok gelek tirsiyane û weha got, “Dewleta tirk bêyî guhê xwe bide tu qanûnan û pîvanan bi hovane êrîş dike. Ew dixwaze bi van êrişan me çavtirsandî bike û bide koçberkirin. Lê em rê nadin vê plana wê ya qirêj.”

Dagirker ne tenê gundewar û niştecihên sîvîlan dike hedef, her weha di hedefa êrişên wê de rêya M4 jî heye. Şêniyên herêmê neçar in vê rê bi kar bînin, lê segvanên çeteyan sîvîlan dikin hedef û qesta kuştina wan dikin. Parastina vê rê qaşo hêzên Rûs girtiye ser xwe, lê ji ber êrişan gelek caran hatûçûna di rê de tê rawestandin.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku Dewleta Tirk a dagirker ligel çeteyên xwe, 21’ê Cotmehê hewl dabûn ku bajaroka Eyn Îsa dagir bikin, lê şervanan bersiveke tund dabû û çete û dewleta li piştê wê, neçar mabûn paşve vekişin.

ANHA


Mijarên Din