‘Dewleta Tirk der heqê gelên herêmê xwedî dîrokeke reş’

Malbatên şehîdan di merasîma sersaxiyê yê 17 şehîdên Berxwedana Rûmetê yên navçeya Til Hemîsê de gotin, dewleta Tirk der heqê gelên herêmê xwedî dîrokeke reş e û ew ê têkoşîna xwe heta serkeftinê berdewam bikin.

Meclisa Malbatên Şehîdan şaxê navçeya Til Hemîsê merasîma  17 şehîdên Berxwedana Rûmetê ku ji pêkhateya eşîrên Ereban e û di demên cuda de şehîd bûbûn, li dar xist. Şehîdên Berxwedana Rûmetê li bajarê Serêkaniyê di 12 Cotmeha derbasbûyî de li dijî artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê şer kirin û gihaştin asta şehadetê.

Navên şehîdan wiha ne"Salim Nasir(Rojvan Ceza), Abdulmalik Ayîd(Cemîl Herb), Mehmed Ayid(Esmer Zagros), Mehmûd Xewaf(Munîr Til Hemîs), Malik Noman(Hogir Fesfas), Ehemed Elî(Sincar Til Hemîs), Eymen Hêbê(Tifêhî Til Hemîs), Mihemed Îbrahîm(Lewend Til Hemîs), Xalid Nasir(Ciwan Sokar), Telal Xilêf(Armanc Qurtiba), Raxib Ehmed(Zeyîm Dêrik), Mihsin Fîhan(Sîpan Til Hemîs), Rebah Ehmed(Diyab Qamişlo), Fehed Rehîl(Serdar), Mihemed Ehmed(Şiyar Til Hemîs), Read Siwêlih(Qehreman Sekar) û Ehemd Abîd(Şêrzat).

Merasîma sersaxiyê li qada Navenda Çandiniyê ya navçeya Til Hemîsê bi beşdariya malbatên şehîdan, şênî, meclisên bajaran, endamên saziyên civaka sivîl ên navçeyê û fermandarên QSD`ê hate lidarxisitin. Nûnerên Tevgera Civaka Demokratîk(TV-DM), Partiya Yekîtiya Demokrat(PYD), şêniyên navçeya Til Berakê û Meclisa Malbatên Şehîdan a kantona Qamişlo beşdarî merasîmê bûn. 

Qada merasîmê bi wêneyên Berxwedana Rûmetê yên li di çarçoveya parastina rewa de li Serêkaniyê li ber xwe dan û şehîd bûn û alên QSD`ê hate xemilandin.

Merasîm bi deqakek rêzgiritin dest pê kir, paşê ji aliyê şervanên QSD`ê toreneke leşkerî hate lidarxistin. Piştî torenê ser navê QSD`ê Mezlûm Koçer, ser navê Tevgera Civaka Demokratîk(TEV-DEM)Dijwar Ehmed Axa, ser navê Meclisa Malbatên Şehîdan hevserokê meclisê ya kantona Qamişlo Mesûm Hesen û ser navê Kongeraya Star Henîfa Mihemed axivîn.

Axîveran sersaxî ji malbatên şehîdan, gelên herêmê û dayîkên şehîdan re xwestin.

Axîveran diyar kirin, ku dewleta Tirk rûyê rastîn ê DAIŞ e û ji roja roj ve der heqê gelên herêmê de xwedî dîrokek reş e, ji destpêka êrişan ku bi navê"Şerê Merc Dabiq"dihat naskirin, xaka Iraq û Hîcaz komkujiyan pêk tîne.

Di dawiya de axîveran soza şopandina rêya şehîdan heta serkeftinê dan û apê şehîd Îymen Hêbê soza xwe di merasîmê de da û got, yan serketin û yan mirin.

Paşê hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan şaxê navçeya Til Hemîsê û hevserokê Meclisa Navçeyê Salih Xelef wesîqetên şehîdan xwendin û radestî malbatên wan  kirin.

 Merasîmê xiyabî yê 17 şehîdan bi sersaxiya malbatên şehîdan bidawî bû.

 (eh)

ANHA


Mijarên Din