​​​​​​​Dewleta Tirk derdora gundekî Zaxo bombebaran kir

Balafirên dewleta Tirk a dagirker derdora gundekî bajaroka Batîfa ya Zaxoyê bombebaran kir. Ji ber bombebaranê ziyanek zêde bi xanî û baxên welatiyan giha.

Li gorî nûçeya di Rojnews'ê de hatiye parvekirin, di saetên piştî nîvro de balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker derdora gundê Ruysî ya bajaroka Batîfa ya ser bi Zaxo bombebaran kirin. 

Di encama bombebaranê de ziyanek mezin gihaşt xanî û baxên welatiyan.


Mijarên Din