Dewleta Tirk destekê dide DAIŞ'ê û wê li dijî ewlehiya navdewletî bi kar tîne

Şêxmûs Ehmed diyar kir ku bûyerên ku li kampa Holê rû dane, têkiliya xurt a dewleta Tirk bi çeteyên DAIŞ`ê îsbat dikin. Ji ber dewleta Tikr deriyê sereke ji çeteyan re bûn da ku derbasî Sûriyê bibin. Ehmed got, divê civaka navdewletî li hember şantaj û planên dewleta Tirk bisekine. 

Ji destpêka aloziya Sûriyê û derketina çeteyên DAIŞ û komên din ên tundraw ve, dewleta Tirk hewl dide desteka terorê bike û jê sûd bigire da ku plan û ajandeyên xwe li herêmê pêk bîne.

Di vê dawiyê de dazgehên çapemenî yên fermî ser bi rejîma Tirkiyê û berdevka AKP`ê ve eşkere kirin ku istixbarata dewleta Tirk hemwelatiyeke ji Moldovan tevî 4 zarokên xwe yên DAIŞ`ê ji kampa Holê dane revandin.

Kampa Holê ya 45 km li rojhilatê bajarê Hesekê dikeve, ji xetertirîn kampên cîhanê ye. Ji ber ku zêdetirî 40 hezar jinên DAIŞ û zarokên wan tê de dimînin. Ev jin piştî têkibirina Hêzên Sûriya Demokratîk çeteyên DAIŞ`ê li bajarokê Baxozê yê gundewarê Dêrazorê, derbasî kampê bûn.

Li gorî çapemeniya dewleta Tirk navê jina DAIŞ`î ku istixbarata Tirkiyê revandiye Natalia Barkal e. Tevî hevserê xwe sala 2013`an diçe Sûriyê. Rayedarên mezin ên desthilatên dewleta Tirk pêşwaziya jinê dikin. Ev jî îsbat dike ku dewleta Tirk destekerê sereke yê DAIŞ û komên terorîst ên li Sûriyê û dewletên din e.

'BÛYERÊN LI KAMPA HOLÊ RÛ DANE, TÊKILIYA XURT A DI NAVBERA DEWLETA TIRK Û ÇETEYÊN DAIŞ`Ê DE ÎSBAT DIKE'

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê di daxuyaniya xwe de di 17`ê Tîrmehê de, diyar kir ku dewleta Tirk berpirsa revandin û pêşwazîkirina çeteyên DAIŞ e. Her wiha bi awayekî eşkere û veşartî, desteka şaneyên ku li herêmê belav bûne, dike û xebatên Koalîsyona Navnetewî û Hêzên Sûriya Demokratîk ji bo tunekirina şaneyên DAIŞ`ê asteng dike.

Di vî warî de serokê Nivîsgeha Kar û Barên Penaber û Koçberan a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Şêxmûs Ehemd rave kir ku bûyerên li kampa Holê li ser dewleta Tirk û şaneyên çeteyên DAIŞ`ê ne nû ne. Ev têkiliya xurt a di navbera her du aliyan de îsbat dike.

DEWLETA TIRK KANIYA ÇETEYÊN DAIŞ`Ê YE

Ehmed diyar kir ku dewleta Tirk şandina komên çeteyan û penaberên Sûriyê yên li Tirkiyê ber bi dewletên Ewropî ve wek kaxeza zextê bi kar tîne û pê wan dewletan tehdîd dike û wiha domand: “Dewleta Tirk kaniya çeteyên DAIŞ û çêkirina wan e. Wan dişîne gelek dewletan di nav de Lîbya, Ermenistan û tevahiya deverên cîhanê.”

Serokê Gerînendeya Têkiliyên Derve Ebdulkerîm Omer derbarê vê mijarê de ji ANHA'yê re gotibû: “Mikurhatina istixbarata dewleta Tirk ku wê jinek ji Moldovan tevî 4 zarokên wê revandine, têkiliyên wê bi şaneyên çeteyên DAIŞ`ê re îsbat dike.”

'ARMANC TUNEKIRINA RÊVEBERIYA XWESER Û NETEWEYA DEMOKRATÎK E'

Şêxmûs Ehmed di nav gotinên xwe de destnîşan kir: “Dewleta Tirk xelîfeya pêşîn a avakirina çeteyên DAIŞ`ê ye. Dixwaze wan bi kar bîne da ku projeya rêveberiya xweser û projeya neteweya demokratîk tune bike. Ji ber ku dewleta Tirk vê projeyê qebûl nake. Lewra şaneyên DAIŞ`ê dixe dewrê û sazûmeniya wê ji nû ve li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi giştî, kampa Holê bi taybet çêdike, ji ber ku kampa Holê dewleteke biçûk a çeteyên DAIŞ`ê tê hesibandin.”

'DIVÊ CIVAKA NAVDEWLETÎ LI HEMBER PLANÊN DEWLETA TIRK BISEKININ`

Kiryar û piştgiriya yekser ji çeteyên DAIŞ`ê re, ne tenê li ser ewlehiya Bakur û Rojhilatê Sûriyê xeter e, di heman demê de li ser ewlehiya cîhanê hemû xeter e. Dewleta Tirk çeteyan bi kar tîne û pê tevahiya dewletan şantaj dike.

Niha jî bi rêya rêxistinên ku îdia dikin di warê xêrxwaziyê de kar dikin, hewl dide jinên DAIŞ`ê yên biyanî birevîne û bişîne dewletên Ewropayê û dewletên din, da ku planên xwe li dijî gelên wan dewletan pêk bîne.

Çavkaniyên ewlehiyê ji kampa Holê diyar kirin ku "Desteya Xêrxwazî ya Mirovî û Mafên Mirovan (IHH)" a girêdayî dewleta Tirk di bin sîwana rêxistineke xêrxwaziyê de jinên DAIŞ`ê yên biyanî direvîne, wek kaxizek zextê li dijî dewletên wan bi kar tîne.

Heman çavkaniyî diyar kir ku di mikurhatinên jinên DAIŞ'î de diyar dibe, jinên DAIŞ' î yên hewl didin birevin, pere ji jinên DAIŞ' yên Tirkistanî yên li Tirkiyê digirin, ku li Tirkiyê bi navê "Sadaqet" pereyan ji bo revandina jinên DAIŞ'î yên ku jêdara wan a madî nine, kom dikin.

Serokê Nivîsgeha Kar û Barên Penaber û Koçberan a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Şêxmûs Ehemd di dawiyê de îşaretpê kir ku divê civaka navdewletî li hember şantaj û planên dewlet Tirk bisekinin. Sozên ku dane bi taybet di vê dawiyê de bîne cih û wiha pê de çû: “Tevgerên dewleta Tirk li cîhana Ereb û cîhanê hemû xeter in.”

(şx)

ANHA


Mijarên Din