Dewleta Tirk dixwaze Pêşmergeyên Roj wekî hespê Troyayê bi kar bîne

Welat; cihê ku mirov lê ji dayik dibe ku jê re nîştiman jî tê gotin, di xeyal û ruhê mirov de cihekî xwe yê taybet heye. Bêguman hezkirin û girêdana mirov bi axê, bi cihê mirov lê çavên xwe li jiyanê vedike, pir zêde ye. Lewra welatparêzî anku welathezî girêdan û berpirsyariya mirov li beramber welat bi cih tîne. Gotineke pêşiyan heye, dibêje: “Ajotina cot anku cotkirin li welat baştir e ji hejmartina pereyan li derve.”  Kesê/a ji xwe re bibêje ez welatparêz im, dixwazim azad bijîm, divê bi welatê xwe ve girêdayî bim, ji her cure êrişan biparêzim, li ber xwe bidim, erk û stûbariyên xwe pêk bînim; divê li hember êşan xweragir be, bedelan bide.   

Belê; zêdetirî deh hezar xortên ciwan û keçên xama, giyanê xwe kirin qurban ji bo axa Rojava û  Bakur Rojhilatê Sûriyê. Di demên herî dijwar de li beramber êrişên dagirkeran gav bi paş de neavêtin. Hezkiriyên welat terka war û axa xwe nekir. Negotin jiyan û berjewendiyên me têk diçin, em jî biçin derveyî welat û ji xwe re bijîn wekî hinekan. Belê, mal hebûn jê pênc kes beşdarî nava hêzên parastinê bûbûn, hin malan sê çar şehîdên wan çêbûn. Di demên wiha teng de ku welat tê re derbas dibin, giyan anku ruh erzan dibin di oxira ax û parastina welatan de.

Kesên bedel nedabin, stûbariyên xwe pêk neanîbin, di demên êrişên dagirker û çeteyan de, çi li Serêkaniyê, çi li cihên din baz dabin û revîyabin, çawa dikarin bazaran li ser Rojava bikin? Yên ku di rêzên dagirkeran de cihê xwe girtibin û terka axa xwe kiribin, gelo maf dikin li ser wê axa ku bi xwîna deh hezaran şehîdan hatiye avdan, bijîn? Ew ên ku ji bo vî welatî yek şehîd nedabin çawa û bi çi rûyî dikarin bibêjin em Rojava parve bikin, nîv ji me re, nîv ji we re anku fîftî fîftî?!    

Gelê Efrînê dê çawa yên ku bi Tirkan re di nava têkîliyan de bûn, hevkariya komên çete dikirin, efû bike? Xelkê Efrînê şahidê wê yekê ye ku hin endamên ENKS’ê koordînat (îhdasîyat) didan artêşa Tirkiyê der barê xal û cihên YPG’ê yên leşkerî de. Heman dem bû ku hin partiyên Kurd ên wekî “Yekîtî” ser bi ENKS’ê ve nexasim kesên wek Fûad Elîko û Îbrahîm Biro dan û standin bi Tirkiyê re dikirin, belavokek weşandin ku tê de rola Tirkiyê bilind dinirxandin, desteka xwe pêşkêşî Tirkiyê dikirin. Di wê belavokê de wiha dihat gotin: “Niha 6 ketîbe girêdayî Encûmena Nîştimanî ya Kurdî li Sûriyê (ENKS) bi dewleta Tirk re beşdarî şerê rizgarkirina herêma Efrînê bûne.” Qaşo digotin Tirkan ji me re gotiye, eger em Efrînê bigirin em ê bidin we hûn bi rê ve bibin! Gelo ew ketîbe kî bûn, çi kes bûn? Çima ketibûn xeta xiyanetê û li dijî gelê xwe şer dikirin? Pêwîst e ENKS û Fûad Elîko bersiva van pirsan bide gelê Efrînê.

Li aliyê din Fûad Elîko ji malpera “Smart” re gotibû: “Di encama dan û standinên me bi aliyê Tirk re odeyeke girtî di navbera me û komên çekdar de hat avakirin.” Malper berdewam dike û dibêje: “Endamê desteya siyasî di itîlafa Sûriyê de Fûad Elîko gotiye: “Me Encûmeniyên Herêmî bi serpereştîya Hikûmeta Sûriyê ya demkî di navbera xwe û wan de çêkirin”. Dîsa der barê xuyabûna Abdulla Gedo bi Itîlafa Sûriyê ya Stenbolê re li nava darên zeytûnan li herêma Efrînê, her wiha hemahengiya Partiya Yekitî ya ser bi ENKS’ê, Abdullah Gedo di daxuyaniyekê ji kanaleke Başûr re ku bi kurdî weşanê dike, gotibû: “Vê talîyê biryar hat dayîn ku di nava wê de jî endamên Desteya Siyasî ya Itîlafê, endamên Itîlafa Sûriyê li Ezaz, Bab, Efrîn û herêmên din dewam (kar bikin) bikin. Gedo dibêje: “Em nûnertiya ENKS’ê di Desteya Siyasî ya Itîlafê de dikin, xwezayî ye ku di nava Itîlafê de pabendî dewama karê xwe bin û çûna me ya Efrînê jî bi erêkirina ENKS’ê bû.” 

Her kes dizane ku Pêşmergeyên Roj projeyeke Tirkan in. Armanc jê ew e ku di vê qonaxa nazik de ku Rojava tê re derbas dibe, Kurdên Rojava şerê hev bikin da ku nehêlin li Rojava statûyek ava bibe. Berî ku DAIŞ’ê ji nav bibin dewleta Tirk li Başîqa baregeheke leşkerî ava kir, çawa Îranê Heşdî Şabî çêkir wan jî bi armanca ajandayên xwe Heşdî Wetenî ava kir. Li wir kampên perwerdeyê vekirin û Tirkmenên Tilafer û derdora Mûsilê, erebên sunnî û Pêşmergeyên Roj li wir perwerde kirin. Piştî ku dewleta Tirk hemû rê û rêbaz bi kar anîn û bi ser neket, niha jî dixwaze Pêşmergeyên Roj wekî hespê Troyayê bi kar bîne û bigihêje armancên xwe.

Lewma axaftina birêz Aldar Xelîl û bikaranîna gotina “çete” ji bo Pêşmergên Roj ne qebhet e lê  rastiyek e. Bêguman nirxandin û şîroveyên tên kirin li ser esasê rastiyên li ser erdê tên kirin û îsbatên wê hene. Ma tiştekî bê veşartin heye? Wezîrê karê derve yê wê demê Ahmet Davûtoglu mîna ku biçe serdana yekîneyeke xwe ya leşkerî û moral bide, li Başûr çû serdana Pêşmergeyên Roj kir û ew silav kirin. Ev dîmen di YouTube de hene, her kes dikare lê temaşe bike. Bi dehan car endamên ENKS’ê di bin serpereştiya Mesûd Barzanî li Hewlêrê bi Itîlafa Sûriyê serokê wê Nesir Herîrî û dewleta Tirk re rûnîştine û li ser Rojava plan bi pêş xistine. 

Ma ne pêşmergeyên Roj bûn ku bi fermana Tirkan êrişî Xanesora Şengalê kir? Li ber çavên kamerayan gule berdan ser du gerîlayên ku rica dikirin, vegerin. Milên xwe didan zirîpoşan (erebên bizirx) nedixwestin Pêşmergeyên Roj bi pêş de biçin da ku şer dernekeve. Lê wan guh neda hewldana gerîlayan, xwesteka Tirkiyê pêk anîn û gule li her du gerîla û rojvamevaneke jin barandin, ew her sê şehîd kirin. Bêgunam kiryarên wiha nahêlin Kurd pirsgirêkên xwe di nava xwe de çareser bikin, nahêle yekitiya neteweyî bi pêş bikeve. Li ser xwîna şehîdan û li ser hesabê aliyekî bi dagirkeran re siyasetkirin ne marîfetek e. Ji ber ku armanca Tirkiyê ji wê siyasetê, Kurdan berî hev bide û bigihêje armancên xwe. Kengê ENKS’ê dest ji Tirkiyê berde wê demê pirsgirêkên navxweyî çareser dibin.