​​​​​​​‘Dewleta Tirk hewl dide çanda Osamanî li Efrîna dagirkirî ferz bike‘

Rewşenbîr û hiqûqnasên herêma Efrînê gotin vekirina navenda çandê bi zimanê Tirkî li bajarê Efrînê, hewldana ferzkirina çanda Osmanî li herêmê û qirkirina hebûna Kurdî ye.

Dewleta Tirk a dagirker di 30`yê Çileyê de navenda Anadol a çandê vekir da ku çanda herêmê bin pê bike û çanda Osmanî xurt bike.

Di vê çarçoveyê de berdevkê fermî yê Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn – Sûriyê Îbrahîm Şêxo wiha got: "Piştî ku dewleta Tirk di Adara 2018`an de bajarê Efrînê dagir kir û gelek sûc ji revandin, kuştin, desteserkirina mal û milkan, qirkirina nasnameya çandî ya Efrînê bi rêya talankirin û hilweşandina şûnwaran pêk anî, lê bê vê yekê têr nebû, ji ber wê ji aliyê gundê Hemamê  yê girêdayî navçeya Cendirêsê korîdorek di navbera Efrîn û wîlayeta Hatay a Tirkiyê de, vekir.

DEWLETA TIRK ÇAND Û ZIMANÊ TIRKÎ LI HERÊMÊN DAGIRKÎ FERZ DIKE

Îbrahîm Şêxo destnîşan kir ku dewleta Tirk li herêmên dagirkirî zanîngehên girêdayî zanîngehên li Tirkiyê vekirin, weke vekirina fakulteya perwerdeyê li bajarê Efrînê ku girêdayî zanîngeha Urfa ye (Riha), vekirina fakulteya zanistên şeriî li Ezazê, fakulteya wêjeyên mirovî li Cerablusê û ji kêmî mehekê fakulteya tub û peymangeheke tenduristiyê li bajarê Mari vekir da ku bi zanîngeha Îstanbolê ve girê bide.

Îbrahîm Şêxo wiha domand: "Di demên dawîn de li bajarê Efrînê navenda Anadol a çandî ji bo belavkirina çanda Tirkî li herêmên dagirkirî bi taybet li Efrînê, hate vekirin. Ev yek ji bo balkişandina zarokan û kesên temenbiçûk e û zimanê Tirkî li herêmê ferz dike."

Îbrahîm Şêxo diyar kir ku vekirina navenda Anadol a çandî li Efrînê dihêle ku zimanê Tirkî di nava civaka Efrînê de zêdetir were bikaranîn, ev yek xeteriyê li ser pêşeroja herêma Efrînê ya Sûriyê ku piraniya niştecihên wê Kurd in çêdike  û paşê dê Efrînê bike herêmeke Tirkî wek ku beriya çend salan li Lîwa Îskenderon ê Sûriyê, hatiye kirin.

DEWLETA TIRK HEWL DIDE HERÊMÊN DAGIRKIRÎ TEV LI XAKA XWE BIKE

Îbrahîm Şêxo di axaftina xwe de ev tişt got: "Dewleta Tirk bi rêya van sûcan ji guhertina demografî û tirkkirina herêmê hewl dide herêmên dagirkirî tev li xaka xwe bike."

Îbrahîm Şêxo di dawiyê de bang li rêxsitinên herêmê, hiqûqî û mirovî yên navneteweyî kir ku erka xwe ya exlaqî û mirovî pêk bînin, sînor ji sûcên ku dewleta Tirk pêk tîne re daynin û hesab ji sûcdaran bixwazin.

BÊDENGIYA NAVNETEWEYÎ ERÊKIRINA SÛCÊN KU ERDOGAN PÊK TÎNE

Hevserokê Yekitiya Rewşenbîrên herêma Efrînê Ismet Hesen jî wiha axivî: "Ev ne tiştekî nû ye ku hikûmeta Erdogan dike. Di destpêka êrişên li ser Efrînê de ciwan, jin û ziman kir hedef. Mînaka wê jî hewldana wê ku zimanê Kurdî tune bike. Ev hemû li beramberî çavên cîhanê pêk tên. Em zanin ku bêdengî erêkirina sûcên ku dewleta Tirk pêk tîne ye."

Ismet Hesen wiha pê de çû: "Bi şêwazekî hovane êrişî zimanê Kurdî dikin. Dibistanên bi zimanê Tirkî li herêmên me vedikin û ev yek tê wateya hewldana qirkirina hebûna zimanê Kurdî."

Ismet Hesen diyar kir ku li herêmên dagirkî weke Cerablusê ku pêkhateyên wê Ereb in, dibistanên bi zimanê Tirkî hatin vekirin, ji ber dewleta Tirk ne tenê dixwaze zimanê Kurdî qir bike lê belê li hemû herêmên dagirkirî zimanê Tirkî ferz dike, dibêje ku zimanê Tirkî zimanê alavê ye û yê zêdetirî pîroz e tevî ku zimanê Kurdî ji zimanê Tirkî kevintire û kesên ku destpêkê ku li Mezopotamyayê jiyan kir, Kurdên Arî bûn.

Ismet Hesen wiha dawî li axaftina xwe anî: "Dewleta Tirk bi wan şêwazan dixwaze hebûna Kurdan qir bike. Armanca wê ku wekhevî û edaleta li herêmê bi rêya tundî û sûcên ku dike, tune bike. Her kes dîroka dewleta Tirk û komkujiyên ku li dijî gelan pêk aniye, nas dike."

(bx)

ANHA


Mijarên Din