`Dewleta Tirk û hikumeta Şamê li ser hesabê gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê li hev kirine`

Hevserokê Meclisa Rêveber a Herêma Firatê Mihemed Şahîn got, dewleta Tirk a dagirker û hikumeta Şamê li ser hesabê gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê li hev kirine û bang li hemû rêxistinên mirovî û hiqûqî kir ku zextê li hikumeta Şamê û dewleta Tirk bikin ku sûcên qutkirina avê û girtina dergehan, rawestînin.

Dewleta Tirk sûcên û binpêkirinên xwe yên li dijî gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê didomîne. Di nav de kêmkirina rêjeya ava çemê Firatê, da ku mîna ku gelek şîrovekarên siyasî destnîşan dikin, şêniyên herêmê birçî bike û bide koçberkirin. Her wiha hikumeta Şamê jî bi girtina dergehên bi Rêveberiya xweser re, heman siyaseta birçîkirinê dimeşîne. 

Ev siyasetên dijminane yên li dijî gelê herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê û bêdengiya navneteweyî ya li hemberî wan sûcan, ji aliyê gelên herêmê û li ser asta siyasî ve hatin şermezarkirin.

Têkildarî mijarê hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Herêma Firatê Mihemed Şahîn got: "Di demên dawîn de hikumeta Şamê dergehên bi Rêveberiya Xweser re li pêşiya şênî û bazirganan girtin. Armanca wê ew e ku gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê birçî bike û wan ji herêmên ku lê dijîn bide koçberkirin. Ji aliyekî din ve jî dewleta Tirk rêjeya ava çemê Firataê bi heman armancê kêm dike."

Mihemed Şahîn destnîşan kir ku dewlet Tirk û hikumeta Şamê li ser hesabê gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê li hev kirine û wiha axivî: "Ji siyaseta hikumeta Şamê û AKP`ê yên dijminane diyar e ku wan di demên dawîn de li hev kiriye ku şerekî aborî li dijî gelê herêmê bimeşînin û zextê li Rêveberiya Xweser bikin da ku di aliyê siyasî de ji wan re tawîzan bide."

Mihemed Şahîn destnîşan kir ku dewleta Tirk û hikumeta Şamê bi rêya girtina dergehan li pêşiya rewşên mirovî û bazirganî ku debara jiyana gelek kesan pê tê kirin, kêmkrina rêjeya ava çemê Firatê mafên mirovan, xweza û heta lawiran binpê dikin. Ji ber ku kêmkirina asta çemê Firatê bi awayekî neyînî bandor li tevahiya warên jiyanê, sewalvanî û çandiniyê yên herêmê dike.

Mihemed Şahîn piştrast kir ku Rêveberiya Xweser ji bo pêkanîna berjewendiyên xwe yên siyasî li herêmê dozên mirovî bi kar nayne û wiha pê de çû: "Em weke Rêveberiya Xweser bazirganî û dozên mirovî weke çekekê li hemberî tu kesî bi kar naynin da ku em berjewendiyên xwe yên siyasî pêk bînin. Lê belê kengî bê xwestin em alîkariyê û destekê didin gelê xwe yê li herêmên hikumeta Şamê û her kes vê yekê zane."

Mihemed Şahîn bang li hemû rêxistinên mirovî û hiqûqî kir ku li hemberî hikumeta Şamê û dewleta Tirk xwedî nêrîn bin û zextê li wan bikin da ku sûcên li dijî gelê herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk tînin, rawestînin.

Hevserokê Meclisa Rêveber a Herêma Firatê Mihemed Şahîn îşaret bi sûcên derexlaqî û dermafî kir û wiha gotinên xwe bi dawî kir: "Ji ber ku ew zextên aborî û jiyanî ne. Armanca wê ew e ku Rêveberiya Xweser di aliyê siyasî de tawîzan bide. Lê Rêveberiya Xweser a Bakur  û Rojhilatê Sûriyê bi rêya van şêwazên derexlaqî ji kesekî re serî natewîne."

(bx)

ANHA


Mijarên Din