Dewleta Tirk û hikumeta Sûriyê hêzên xwe li Idlibê kom dikin

Hikumeta Sûriyê gelek hêzên xwe li başûrê Idlibê kom kirin. Artêşa Tirk a dagirker jî sewqiyatên leşkerî yên nû derbasî Idlibê kirin û şandin nuqteyên xwe yên li çiyayê Zawiye.

Li gorî Navenda Çavdêriyê ya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) duh piştî nîvê şevê, sewqiyatên leşkerî yên hêzên dewleta Tirk bi rêya deriyê sînor bi Lîwa Îskenderon re yê Keferlosîn derbasî Idlibê bûn. Ev sewqiyat ji 4 tank û 35 erebeyên leşkerî pêk dihat. Dewleta Tirk ew sewqiyat şand nuqteyên xwe yên li çiyayê Zawiye li başûrê gundewarên Idlibê.

Li gel tevgera dewleta Tirk, hikumeta Sûriyê hêzên xwe li eniyên çiyayê Zawiyê li başûrê Idlibê kom kirin.

Hejmara wesayîtên leşkerî yên dewleta Tirk ên ku ji destpêka agirbestê ve derbasî Idlibê bûne gihaşt 5 hezar û 240 wesayîtan û bi hezaran leşkerên xwe şandin wir.

Bi vê yekê hejmara wesayîtên leşkerî yên ku gihaştin “herêma bêçek” di dema di navbera 2`yê Sibata 2020`an û heta niha de gihaşt zêdetirî 8 hezar û 575 wesayîtên leşkerî û hejmara leşkerên Tirk gihaşt zêdetirî 11 hezar û 500’î.

(şx)


Mijarên Din