‘Dewleta Tirk ji perspektîfên Rêbertî ditirse’

Rewşenbîr û siyasetmedarên li Şehba û Efrînê gotin: “Dewleta Tirk nahêle ku malbat û parêzerên Rêber Abdullah Ocalan bi wî re hevdîtinê çêbikin. Ji ber ku ji perspektîfên Rêbertî ditirse.”

Ji 7’ê  Tebaxa 2019`an ve parêzer û malbata Rêber Abbullah Ocalan ji bo hevdîtinê bi Ocalan re çêbikin serlêdana dozgeriyê dikin. Lê hevdîtin tê redkirin. Cara dawîn parêzerê Rêbertî di 31’ê Çileya derbasbûyî de serî li dozgeriya giştî ya bajarê Bursa yê Tirkiyê da.

Rewşenbîr û siyasetmedarên kantonên Şehba û Efrîn tecrîda li dijî Rêbertî û redkirina hevdtîtinê şermezar kirin.

Siyasetmedar Ehmed Silêman got: “ji beriya çend salan, dewleta Tirk nahêle malbat û parêzer bi Rêbertî re bicivin. Lewma em dibêjin; dewleta Tirk dixwaze vîna gelan bişkîne, lê ji ber fikirê Rêbertî di nava civakê de belav bû, armanca dewleta Tirk bi cih nehat. Ji be em xwedan israr in, em ji ser armancên xwe venagerin û em ê çalakiyên xwe heta rizgariya Rêbertî berdewam bikin.”

Ehmed Silêman bang li rêxistina CPT, rêxistinên mafên mirovan û rêxistinên sivîl kir ku tecrîda li ser Rêbertî rakin û Rêbertî azad bikin. 

Siyasetmedar Silêman Cafer jî axivî û got: “Armanca dewleta Tirk ji tecrîda li dijî Rêbertî, ewe ku berxwedana gel bişkînin.  Ji ber dewleta Tirk ji perspektîfên Rêbertî ditirs e.”

Endama Yekîtiya Rewşenbîran Evîndar Heftaro got: “Tecrîda li ser Rêber Ocalan li dijî gelan e.  Gelên cîhanê nameyên Rêbertî yên têkildarî gel, biratiya gelan, adaletê û azadiya jiyanê dê çareseriyê ji alozî û dozên civakan re bibînin. Lewma em bang li rêxistinên mirovî dikin ku kar û xebatê ji bo rizgariya Rêber Abdullah Ocalan bikin.”

 (eh)

ANHA


Mijarên Din