​​​​​​​Dewleta Tirk jineke ciwan û xortek ji Efrînê revand û çarenûsa wan ne diyar e

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê sûcên li dijî sivîlên li Efrînê didomînin. Li gorî çavkaniyên herêmî çeteyên girêdayî dewleta Tirk a dagirker xort û jineke ciwan ji şêniyên Efrînê revand û çarenûsa wan hîna  ne diyar e.

Çavkaniyên ji hundirê Raco yê kantona Efrînê yê dagirkirî diyar kir ku çeteyên bi nave Ehrar El-Şerqiyê yên girêdayî dewleta Tirk a dagirker duh jina ciwan bi navê Meryem Evdik Şêxo ji gundê Qasim revand û ber bi cihekî ne diyar ve bir.

Girêdayî heman mijarê, çavkaniyê herêmê got çeteyên Sultan Murad di 16’ê vê Îlonê de ciwanê bi navê Murad Abdurehman Reşîd (25) ji navçeya Cindirêsê revand û hê çarenûsa wî ne diyar e.

Li herêmên ku dewleta Tirk dagir kirine bi taybet kantona Efrînê, rewşeke tevlihevî û sûcên li dijî sivîlan heye. Sûcên revandinê bi hedefa dayîna fîdyayan, her wiha qetilkirin, dizîn û talankirin, berdewam e.

fr

ANHA


Mijarên Din