Dewleta Tirk kûçikên qudûs li gundên Kobanê belav dike

Ev demek e kûçikên qudûs şêniyên herêma Kobanê gez dikin. Vê carê jî kûçikekî qudûs li gundekî rojavayê bajarê Kobanê êrişî pîremêrekî kir. Şênî dibêjin ku dewleta Tirk a dagirker kûçikên qudûs berdide xaka Sûriyê.

Beriya niha kûçikekî qudûs zarokê bi navê Ferhan Elî (13) gez kiribû û ji ber qezê jiyana xwe ji dest da. Mirina zarok li Kobanê deng veda û bû cihê metirsiyê.

Hîn mijara mirina zarok di rojevê de bû, li gundê rojavayê Kobanê kûçikekî qudûs êrişî pîremêrekî kir.

Pîremêrê bi navê Mehmûd Îso ji gundê Sêfitikê ye. Gundê Sêfitikê dikeve rojavayê Kobanê. Îso got: “Derengiya şevê bû. Kûçikekî qudûs êrişî min kir, lê min xwe jê xilas kir. Diyar bû ku dev li çêlekê kiribû û çêlek mirar bû.”

Di vê mijarê de şêniya bi navê Fedîla Hisên ku ew jî ji gundê Sêfitikê ye, got:"Wextê kûçik di ber mala min re derbas bû, min dît ber bi mala cîranan ve çû. Lê beriya ku derbas bibe êrişî kurê min ê biçûk kir."

Fedîla Hisên bang li Şaredariya Gel ku pêşî li vê yekê bigire û wiha domand: "Zarokên me li hewşan radizên, lewma em bi şevê ji kûçikan ditirsin û hêvîdar in di zûtirîn demê de me ji vî halî xelas bike. Rêveberiya jîngehê destwerdan kir, kûçik û çêleka nexweş dûrî gund birin. Piştî kûçik êrişî malê kir, mal dezenfekte kirin. Ferdên malê aşle kirin. Lê dîsa jî ev têrê nake, divê malên gund tevde werin dezenfetekirin, ji ber kûçik di nava tevahî gund de geriya.”

Ehmed Hesen jî ji gundê Boban ê hemberî gundê Sêfitik e. Hesen got: “Li gundên rojavayê Kobanê gelek kûçikên qudûs hene û divê dawî li wan were. Kûçikekî qudûs êrişî mala kurê min kir û di nava rojê de êrişî kurê min kir. Ji ber vê yekê em bang li aliyên peywendîdar dikin ku van kûçikan bikujin. Divê rêveberiya giştî ya jîngehê careke din dermanan bireşîne.”

Li van her du gundên rojava û rojhilatê kantona Kobanê gotegotên ku dewleta Tirk bi zanebûn van kûçikên qudûs di ser dîwarê di navbera Sûriye-Tirkiye re derbas dike, yan jî bi rêya kanalên avê derbas dike, hene.

Rêveberiya Giştî ya Jîngehê ya Herêma Firatê hewl dide navendekê ji bo komkirina van kûçikên qudûs veke. Rêveberiya Giştî ya Jîngehê awayê birêvebirina karê parastinê diyar nekir.

(eh)

ANHA


Mijarên Din