Dewleta Tirk li dora Eyn Îsayê radar bi cih kirin

Artêşa Tirk a dagirker hemwextî êrişên li dijî navçeya Eyn Îsayê, li bircên baregehên xwe yên li ser axa Sûriyê, radar bi cih kirin.

Dewleta Tirk a dagirker li du baregehên li nêzî rêya navneteweyî M4 ku 32 km di hundirê axa Sûriyê de ne, radar bi cih kirin.

Ji dîmenên ku nûçegihanê me kişandine, xuya dibe ku dewleta Tirk radar li baregeha xwe ya li nêzî gundê Seyda yê li bakurê Eyn Îsayê li rex birca çavdêriyê bi cih kirine.

Li gorî agahiyên ku hatine bidestxistin, ev pergala ku hatiye bicihkirin ji bo parastina asîmanî ye û li dijî dronan e.

Artêşa Tirk a dagirker pergala radarên cuda di meha Gulana borî de li seranserê eniyên şer bi herêmên Cizîr û Firatê re bi cih kirin.

Tevgerên dewleta Tirk hemwextî topbarankirina Eyn Îsayê û gundên li nêzî rêya navneteweyî û hewldanên derbasbûna herêmê ji 23`yê Mijdara 2020`an ve, pêk tên.

Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) di gelek daxuyaniyên xwe de ragihand ku di dirêjahiya 3 mehan de, 68 çete û leşkerên dewleta Tirk hatine kuştin. Her wiha nasnameya 13 şervanên ku di çarçoveya berxwedana li hemberî dewleta Tirk a dagirker de şehîd bûne, eşkere kir.

(şx)

ANHA


Mijarên Din