Dewleta Tirk li Efrînê şêwazê mêtîngeriyê yê her xeter dimeşîne

MISTEFA ELO

Emperyalîzm bi giştî li ser esasê bihêzkirina aliyekî li ser hesabê aliyên jê lawaztir anku lawazkirina wan bi rêbazên cuda bi pêş ketiye, ku di encamê de li ser civakên pirreng, pirnetewe û pirmezheb tenê yek reng tê ferzkirin. Ji bo pêkanîna vê armancê jî dewletên emperyalîst ne tenê hêza leşkerî bi kar tînin, di heman demê de qikirina çandî li ser civakan didin meşandin û bi wê yekê desthilateke mayînde misoger dikin.

Gelek lêkolînerên  di warê mêtîngerî û rêbazên wê yên cuda de, teqez dikin ku mêtîngeriya çandî mêtîngeriyê yê herî xirab, bi bandor û mayînde ye. Ji ber ku bi rêbazên nerm ku civakên asata zanabûna wan kêm e ferq nakin, tê meşandin. Bi wê yekê haya wan ji vê rengê mêtîngeriyê çênabe û tu refleksê li hemberî wê nîşan nadin.

Mêtîngeriya çandî xwe dispêre teşwîqkirin û ferzkirina çanda hêza serwer li ser civakê. Di gelek mînakên berz ên mêtîngeriyê de bi awayekî eşkere diyar dibe ku hêza mêtînger di radeya yekê de zimanê civaka ku dixwaze dagir bike, dike hedef.

Bo mînak, li Amerîka Latîn zimanê dayikê tune ye. Piraniya welatên wê bi zimanên spanî yan purtogalî diaxivin. Ji ber ku ew welat demên dirêj di bin dagirkeriya Spanyayê de man. Lê heta piştî bidawîbûna mêtîngeriya leşkerî jî zimanê spanî berdewam kir û bû mînakeke herî ber bi çav a mêtîngeriya çandî û xeteriya wê li ser civakê.

Heman rewş li welatên Bakurê Afrîkayê jî derbasdar e, ku nîna bi zimanê fransî diaxivin. Hin welatên din ên Afrîkayê jî wekî Nîjerya û hin welatên parzemîna Asyayê hîna bi zimanê îngilîzî diaxivin..

Paralelî ferzkirina ziman, hêzên mêtînger hewl didin ola civakan biguherînin, heke ola gel û ola hêza mêtînger wek hev be, wan di aliyê olî de bi kar tînin.

Li ser mêtîngeriya Ewropayê gotinek heye dibêje “Dêr bi wezareta derve re tevger dike.”

Ev hevkarî ji bo kişandina balê li ser mêtîngeriyê û rengê wê yê herî xeternak e.

Em bala xwe bidin Efrîna dagirkirî, kiryarên dewleta Tirk ên di 3 salên li ser hev de di çarçoveya fikirê emperyalîzmê de pêk tên û di radeya yekemîn de mêtîngeriya çandî tê meşandin.

Dewleta Tirk berî her tiştî şerê zimanê kurdî dike. Her wiha zimanê kurdî yê fermî li Efrînê qedexe dike, piştî ku kurdî di meteryalên Rêveberiya Xweser a Efrînê de zimanekî sereke li kêleka zimanê erebî yê fermî bû. Piştî demekê ji dagirkirina bajarê Efrînê di 18`ê Adara 2018`an de, dewleta Tirk dest bi ferzkirina rengê tirkî li ser kantonê kir.

Piştî ku dewleta Tirk a dagirker li nêzî 60 dibistanên kantona dagirkirî zimanê tirkî ferz kir, dîmenên zarokên Efrînê ku alên Tirkiyê li ba dikin belav bûn.

Rêber Abdullah Ocalan ziman wiha pênase dike “Di çarçoveyeke teng de ziman bi awayekî bingehîn têgîna sereke ya qada çandê ye. Di çarçoveyeke teng de mirov dikare ziman weke çandê jî bide naskirin. Ziman daneheva civakî ya zêhniyet, exlaq, his û fikra estetîk e ku civakekê bi dest xistiye; ziman hebûna nasnameyî û zêhnî ya mane û hisê ya serwextbûyî ye, bûye xwediyê îfadeye."

Bi vê pênasekirinê re, em dikarin balê bikişînin ser rastiya armancên dewleta Tirk ji ferzkirina zimanê xwe li ser civakê û înkarkirin û hewldanên rakirina zimanê civakê yê dayikê.

Armanc diyar e, kontrolkirina zihniyeta civakê ye. Bi kurtahî heke em zihniyetê wekî rênîşane hundirîn a mirov pênase bikin, wê di cih de be. Anku em zihniyetê kontrol bikin, em ê karibin însanan kontrol bikin. Ev aramnceke diyar a dagirkeriya Tirk e.

Hemwextî hedefgirtina ziman, dewleta Tirk hewl dide li Efrînê civakê di aliyê olî de bi kar bîne, ku berê li Efrînê mûzaîkeke kurdên Sunî, Elewî, Êzidî, Xiristiyan û bi taybetî Ermen û erebên Sunî hebû. Lê bi destpêkirina dagirkirina Efrînê ve nêzî 300 hezar kurdên ji hemû baweriyên olî hatin koçberkirin û nêzî 400 hezar çete û malbatên wan hatin bicihkirin, piraniya wan ji turkmenên alîgirên dewleta Tirk in.

Wekî ku mêtîngeriya Ewropayê propagandeya ola Xiristiyanê dikir, mêtîngeriya Tirk jî paropagandeya Îslamê dikin. Lê fikirên partiya AKP`ê di bin perdeya îslamê de ne, ew yek bi awayekî fermî nayê meşandin, lê belê gelek oldar di malan de wê yekê dikin.

Dewleta Tirk bi wê yekê hewl dide rengekî olî li dagirkeriya xwe zêde bike û hewl dide dagirkeriya xwe di aliyê olî de wekî karekî rewa û pîroz nîşan bide. Her wiha hewl dide baweriya bi dewleta dagirker (dewleta Tirk) û sultanê wê Recep Tayyîp Erdogan ferz bike.

Vê dawiyê agahiyên li ser vekirina Navenda Anadolê ya Çandî li kantona Efrînê belav bûn. Ev yek k di çarçoveya hewldanên berê yên dagirkeriya Tirk de pêk tê, teqez dike ku armanca dewleta Tirk mayîndekirina dagirkeriya xwe li Efrînê ye. Heta heger artêşa Tirk a dagirker ji Efrînê û ji herêmên din ên bakurê Sûriyê yên dagirkirî vekişe, dê li pişt xwe civakeke asîmlekirî ya girêdayî xwe, bihêle.

(cx)

ANHA