‘Dewleta Tirk li gel bêdengiya navneteweyî mafên girtiyan binpê dike’

Çalakvanên siyasî û hiqûqî yên herêma Efrînê bang li CPT’yê kir ku erka xwe li hemberî dîlgirtiyên Îmraliyê bîne cih û destnîşan kir ku dewleta Tirk li gel bêdengiya navneteweyî qanûn û mafên girtiyan binpê dike.

Ji 7`ê Tebaxa 2019`an ve parêzerên rêber Abdullah Ocalan tu bersiv ji daxwaznameyên hevdîtinê re negirtine.

Ruxmî gelek raporên ku gihîştine ber destê Komîteya Têkoşîna li dijî Îşkenceyê ya Ewropayê (CPT) ku dewleta Tirk pîvanên mirovî li dijî girtiyên ray binpê dike, lê dîsa jî bi erka xwe ranebû û tu biryareke cidî li dijî dewleta Tirk neda.

Di vî warî de hiqûqnas Narîman Hisên behsa tecrîda ku li rêber Abdullah Ocalan hatiye ferzkirin kir û got: “Dewleta Tirk ji gelek salan ve li gel bêdengiya navneteweyî û ruxmî qanûnên navneteweyî yên ku girtî û dîlgirtiyan diparêzin hene, tecrîdeke giran li rêber Abdullah Ocalan ferz dike.”

Narîman wiha domand: “Dewleta Tirk bi vê yekê qanûn û peymanên navneteweyî yên têkildarî mafên mirovan bi giştî û mafên girtiyan bi taybet binpê dike. Mafên serdan û peywendiyan di qanûnên navneteweyî de cih girtine. Lê dewleta Tirk vê mafê binpê dike.” 

‘SÛCÊN DEWLETA TIRK LI GIRTÎGEHA ÎMRALIYÊ NEGUHERÎN’

Narîman behsa rapora ku CPT`yê amade kiriye kir û got: “CPT ya girêdayî Yekitiya Ewropayê di rapora xwe de destnîşan kir ku hevdîtin bi tevahiya girtiyên Îmraliyê re çêkiriye, lê pergala girtîgehan li dewleta Tirk û dan û standinên wê nehatine guhertin û mîna 2016`an mane.”

Narîman di berdewama gotinên xwe de got: “Qanûna navneteweyî ya ku Komseriya Neteweyên Yekbûyî ya Mafên Mirovan û berpirsên girtîgehan derxistiye, behsa gelek rêgezên bingehîn kirine. Ev rêgez mafên girtiyan ên bedenî û exlaqî diparêzin. Serdan û jiyan di asteke guncew de ji mafên wan e. Lê dewleta Tirk van rêgezan binpê dike.”

‘DA KU PIRSGIRÊKÊN ROJHILATA NAVÎN ÇARESER NEKE, TECRÎD LI DIJÎ SEROK GIRAN DIKIN`

Endamê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Esad Menan got: “Ji 21 salan ve Serok li Îmraliyê dîl hatiye girtin. Tecrîdek lê hatiye ferzkirin. Ev tecrîd li ser fikr û felsefeya wî ya dijberî kapîtalîzmê hate ferzkirin.”

Menan wiha domand: “Gelek pirsgirêk li Rojhilata Navîn hene. Rêber Abdullah Ocalan di hevdîtinekê de gotibû ku ew dikare tevahiya pirsgirêkên li Rojhilata Navîn çareser bike. Serok xwest û karî vîna gelan xuya bike, ji bo çareserkirina pirsgirêkên nakok ên li Rojhilata Navîn. Lewra divê rêxistinên navneteweyî erka xwe bînin cih û zextê li dewleta Tirk bikin.”

(şx)

ANHA


Mijarên Din