Dewleta Tirk li Girê Spî çandiniyê asteng dike

Dewleta Tirk a ku li hemberî Bakûr û Rojhilatê Sûrî gefên dagirkeriyê dixwe, êrîşî cotkaran dike û nahêle zeviyên xwe yên li nezî sînor biçînin.

Şêniyên Girê Spî nikarin ji ber zilma dewleta Tirk zeviyên xwe biçînin. Leşkerên artêşa Tirk bi çekan êrîşî cotkarên li Girê Spî dike û nahêle biçin ser zeviyên xwe yên li nêzî sînor.

‘Bi lêkirina dîwarê li ser sînor zeviyên me hatin gaspkirin’

Yek ji navendên ku leşkerên artêşa Tirk cotkaran hedef digire gundê Sûsikê yê girêdayî Girê Spî ye. Cotkarê bi navê Rifet Ezedin ê ku li nêzî sînor zeviyên wî hene û cotkariyê dike derbarê êrîşan de wiha got: “Dewleta Tirk bi lêkirina dîwarê li nêzî sînor dest danîn ser gelek zeviyên me. Ji ber êrîşên leşkerên artêşa Tirk em nikarin biçin nava zeviyên xwe. Ji ber êrîşan nîva zeviyên gund nayên çandin.”

 ‘Leşkeran ez birîndar kirim’

Yek ji gundê ku leşker êrîşî cotkaran dikin jî gundê Yapsê ye. Cotkarê bi eslê xwe ji Yapsê Omer Elî da zanîn ku beriya niha dema diçû nava zeviyên xwe bû hedefa leşkeran û hat birindarkirin. Elî wiha got: “Zeviyên me gelekî nêzîkî sînor in. Serê sibehê ez bi patozê diçûm nava zeviyên xwe. Dema gihiştim nava zeviyan, wesayîtên zirxî yên leşkerên Tirk hatin beramberî min rawestiyan. Bi zanebûn êrîşî min kirin. Ez ji ling û zikê xwe brîndar bûm.”

 ‘Xwediyên eslî yên van zeviyan em in’

Elî got: “Her kesê ku diçe nêzî dîwar tê gulebarankirin. Ew li ser axa xwe bi rehetî digerin, çima nahêlin em nêzî zeviyên xwe bibin?”

‘Tiştên ku çeteyên DAIŞ’ê nekarîn bikin, dewleta Tirk dixwaze bike’

Elî dema dagirkirina çeteyên DAIŞ’ê bibîrxist û got: “Niha dewleta Tirk dixwaze tiştên ku çeteyên DAIŞ’ê nekarîn bike li dijî me pêk bîne. Ji bo vê yekê pêk bîne jî hemû polîtîkayên qirêj ên li dijî mirovahiyê dide meşandin. Bi koçberkirina me dixwaze axa me dagir bike.”

Elî di dawiya gotinên xwe de wiha got: “Rejîma AKP’ê di bin maskeya ola Îslamê de dixwaze berjewendiyên xwe pêk bîne.  Ger ku dewleta Tirk dewletek misliman be çima zilmê li me dike. Em jî misliman in.”

(o/bm)

ANHA


Mijarên Din