​​​​​​​`Dewleta Tirk li hemberî bêdengiya hikumeta Şamê axa Sûriyê dagir dike`

Şêniyên taxa Şêmeqsûd û Eşrefiye yên bajarê Helebê, diyar kirin ku dewleta Tirk li gel bêdengiya hikumeta Şamê, axa Sûriyê parçe dike û dagir dike. Her wiha destnîşan kirin ku dewleta Tirk hewl dide hegemoniya xwe li herêmê fireh bike û dîroka Osmaniyan vejîne.

Dewleta Tirk a dagirker siyasetên xwe yên asîmîlekirina herêmên Sûriyê yên ku dagir kirine didomîne. Şêniyên Sûriyê wan herêman, neçar dike ku lîreya Tirkiyê li şûna ya Sûriyê bi kar bîne û nasnameyên kesayetî yên nû ji wan re derxe.

Dewleta Tirk li gel bêdengiya hikumeta Şamê siyaset û êrişên xwe yên li dijî axa Sûriyê didomîne.

Hevserokê komîna Şehîd Ferhad a taxa Eşrefiye Fîras Şeref, dibêje ji dema ku dewleta Tirk axa Sûriyê dagir kiriye, demografiya herêmên dagirkirî diguhere. Şêniyên resen dide koçberkirin, navên gundan diguhere, zimanê Tirkî li dibistanan û bikaranîna lîreya Tirkiyê li şûna lîreya Sûriyê li şêniyan ferz dike. Li gorî Şeref ev yek ji bo hikumeta Sûriyê gelek şerm e.

`SENARYOYA LÎWAYA ÎSKENDERÛNÊ`

Şeref di nav gotinên xwe de bal kişand ser planên dewleta Tirk ji bo tevlêkirina axa Sûriyê ji Tirkiyê re kir û got: “Dewleta Tirk bi guhertina demografiya herêmên ku dagir dike re, siyasetek kirêt pêk tîne. Bi demê re referandomekê li herêmên dagirkirî çêdike da ku mîna Lîwaya Îskenderûnê bike û herêman tev li axa bike.”

Di 1939`an de Fransa çavdêriya referandoma tevlêkirina Lîwa Îskenderûnê ji Tirkiyê re, kir. Wê demê bi hezaran tirk bi rêya kamyonan ji herêmê re hatin veguhastin da ku tev li referandomê bibin.

Di 1`ê Îlona heman salê de bi awayekî fermî Lîwa Skenderon tev li Tirkiyê bû û navê wê bû parêzgeha Hatay û bû parêzgeha Tirkiyê ya 81`an. Dewleta Tirk wê demê şerê cîhanê yê duyemîn bi kar anî û ev yek kir.

` TIRKIYEYA MEZIN XEYAL DIKE`

Şeref piştrast kir ku dewleta Tirk dixwaze axa Sûriyê dagir bike û hegemonya xwe li herêmê û dewletên cîranê ferz bike, ji ber ku Tirkiyeya mezin xeyal dike.

Têkildarî bêdengiya navneteweyî li hemberî sûcên ku li herêmên dagirkirî rû didin Şeref got: “Hikumeta Şamê û hêzên navneteweyî berpirsên sûcên ku li herêmên dagirkirî rû didin.”

Her wiha endama Meclisa Taxa Eşrefiye Ruha Hemdî destnîşan kir ku li herêmên ku dewleta Tirk dagir dike, sûcên dermirovî li dijî şêniyan pêk tên, mîna kuştin, revandin, îşkencekirin, qirkirina çandî, ziman û nasnameyê.

Ruha bang li hikumeta Şamê kir ku helwesta xwe li hemberî sûcên dewleta Tirk li dijî axa Sûriyê nîşan bide.

Hevserokê Komîna Şehîd Faêq a beşa Rojava ya taxa Şêxmeqsûd Dîbo Îbrahîm destnîşan kir ku ew hebûna dewleta Tirk li ser axa Sûriyê red dikin û got: “Divê zext li dewleta Tirk were kirin da ku ji Sûriyê derkeve.”

(şx)

ANHA


Mijarên Din