Dewleta Tirk li ser sînorê Girê Spî xendekan dikole

Artêşa dewleta Tirk a dagirker li ser sînorê nêzîkê taxa Munbetih a Girê Spî xendekan dikole û obusan bi cih dike.

Gefên dewleta Tirk ên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê berdewam dikin. Artêşa Tirk li nêzîkê taxa Munbetih a kantona  Girê Spî di çarçoveya gefên li dijî herêmê û amadekariyên dagirkirinê de xendekan dikole û obusan bi cih dike.

Piştî gefên serokkamarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan ên li dijî Til Rifat û Girê Spî, artêşa Tirk a dagirker di van 2 hefteyên dawîn de li herêmên sînor çek û cebilxaneyê bi cih dike. Duh saet dora 18:20’an li ser xeta sînor xendek hatin kolandin û her wiha obus û çekên din ên giran hatin bicihkirin.

Her wiha li taxa Munbetih a Girê Spî ku nêzîkê sînor e, gel li dijî gefên dewleta Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê, bi çalakiyên mertalên zindî berteka xwe nîşan dide.

Gelên Kurd, Ereb, Ermen û Tirkmen ên li kantona  Girê Spî dijîn jî destnîşan dikin ku jiyaneke hevpar dimeşînin û gefên dewleta Tirk napejirînin û red dikin.

(ew)

ANHA


Mijarên Din